Wezîrê Derve yê Iraqê di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de daxwaz kir, ku Tirkîye tevahiya hêzên xwe ji nava axa Iraqê bikişîne.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên beşdarî civîna awarte ya Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî bû. Di civînê da topbarana ku roja 20ê Tîrmehê li sînorê Zaxoyê hatibû kirin axifî û got; “Hikûmeta Iraqê di derbarê bûyerê da lêkolîn kir. B lêkolînê ra zelal bû ye ku Artêşa Tirkiyê ew êrîş pêk aniye.
Eriş û operasyonên ku Tirkiye li Herêma Kurdistanê dike, li ser serwerî û ewlehiya Iraqê dagîrkerî ye. Herweha li ser ewlehiya herêmî û navdewletî gef û binpêkirin e.
Ya ku Tirkiye dike, li gor yasayên navdewletî û ji bo cîrantiyeke baş binpêkirina rêznegirtinê ye.
Jiber ku operasyonên Tirkiyê di çend salên bihorî da ziyaneke mezin gihandiye welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê.“
Fuad Hisên di axaftina xwe da daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî dike, rêkeftinek bê kirin ku Tirkiy hêzên xwe ji axa Iraqê derxe.