Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê, pirsgirêkên Iraq û Tirkiyê daxuyaniyeke taybet da.
Fuad Husên li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê, di daxûyanîya xwe ya di Rûdawê da hatîye weşandin da dibêje, “ Me li Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî doz vekir û bi tedbîrên dîplomatîk tişta ji destê me bê, em ê bikin ”
Wezîrê Derve yê Iraqê radigihîne, ku Iraq mîna welatekî ji aliyê gelek welatên dinyayê ve tê piştgirîkirin û Tirkiye nikare kengî bixwaze operasyonên leşkerî di nav axa Iraqê de pêk bîne.
Husên di derbarê menşa çeka ku di bûyerê da hatîye bikaranîn jî wiha dibêje; „Tişta ku pisporên leşkerî ji me re ragihandin, rapora wan qala çekekê dike ku 155 mîlîm e û ew jî artêşa Tirkiyê wê çekê bikar tîne.“