Rûsya daxwazê ji Tirkiyê dike, ku ew li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata HSDê da operasyoneke serbazî neke.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova li ser navê hikumetê daxûyanîyek belav kir û tê da wiha tê gotn; “Em hêvîdar in ku Enqere xwe dûrî operasyoneke serbazî bisekine û nebe sedema têkçûneke metirsîdar a wê rewşa hestyar û zehmeta ku niha li Sûriyê heye.
Operasyoneke bê razîbûna hikûmeta rewa ya komara Erebî ya Sûriyê, ji bo serwerî û yekîtiya axa Sûriyê û zêdebûna aloziyan li Sûriyê, dibe binpêkirineke rasterast.”
Di daxûyanîyê da ji bo Tirkîyê jî wiha tê gotin; “Em ji dilgiraniya Tirkiyê ya di derbarê gefa li ser asayîşa wê ya niştîmanî tê digihên ku li navçeyên sînorî li gel Sûriyê hev digirin. Lê bi nerîna me, ev prisgirêk tenê di demekê da çareser dibe, ku ew jî bi dema artêşa Sûriyê li navçeyê belav bibe, mimkûn e.”