Nûnerê Iraqê yê li Neteweyên Yekbûyî bi awayekî fermî li dijî Tirkiyê gilî tomar kir, ku hemû hêzên Tirkiyê ji nav xaka Herêma Kurdistan û Iraqê derbikevin.
Roja 17ê Gulanê civîna Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê NewYorkê û li ser rewşa Iraqê hate sazkirin.
Nûnerê Iraqê Mihemed Husên Bahrlum di civîna Encûmena Ewlekariyê da axifî û got; “Êrişên PKKê êdî ji bo hêzên Tirkiyê ne bahane ne ku li nava axa Iraqê bimînin.”
Tirkiyê di sibeha 18ê Nîsana 2022yan de li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke nû da destpêkirin. Operasyon li navçeyên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan birêve diçe.
Mihemed Husên Bahrlum di derbarê rewşa siyasî û pirsgirêkên aliyên siyasî da jî wiha got: “Hewldanên aliyên siyasî yên Iraqê yên ji bo fêhmkirin û dîtina çareseriyeke guncaw ji rewşa siyasî û avakirina hikumeta nû re berdewam dikin.“