Roja 15ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî, li Stenbol û Amedê hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi hin bername û çalakiyên li ser zimanê Kurdî va bi rê va çûn.
Li bajarê Amedê Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê xwest, ku meşek li dar bixe. Lê polîsan rê neda ew bimeşin. Tenê ji bo daxuyaniya çapemeniyê destûr hate dayîn.
Pîrozbahîya li Stenbolê jî, ku qasî 5 milyon Kurd tê da djîn, pîrozbahî 3 bernameyên cuda birêve çûn.
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di hemû bername û çalakiyên pîrozbahiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî da, daxwaza sereke fermîbûn û perwerdeya bi zimanê Kurdî bû.
Di hemû bernameyên pîrozbahiyê da eleqe û beşdariya xelk û saziyên sivîl zede bû.
Li gorî lêkolîneran axaftina bi Kurdî di astekê baş da nîne û bişaftin û asimilasyona li ser nifşên nû xeter û metirsiya herî mezin e.
Nivîskar û lêkolîner Nihat Gultekîn dibêje; “Kurdên li Stenbolê ji ber hin sedemên curbecur zêde xwedî li zimanê xwe dernakevin. Yanê sedemên vê hene. Lê çi dibe bila bibe, bi taybetî jî divê dê û bav li nav malbatê bi Kurdî biaxivin. Bila axaftina bi zarokan ra jî bîra nekin.”