Serokê Amerîkayê Joe Biden di 107emîn salvegera Komkujîya Ermenîyan da daxûyanîyeke nivîskî belavkir.
Di daxûyanîyê da bûyerên sala 1915an da, ku tê da qasî 1.5 milyon Ermenî hatibûn kuştin, cara duyemîn wek Komkujî bi nav kir.
Bîden di daxûyanîya xwe da dibêje; „Rêzgirtina Gelê Amerîkayê ya ji bo Ermeniyên ku di komkujîy^da hatine kuştin berdewam dike.“
Komkujiya Ermeniyan di salên dawîn yên Împeratoriya Osmaniyan da û roja 24ê Nîsana 1915an desti pê kiribû û heta salekê berdewam kiribû. Li gor texmînan di dema komkujiyê da kêm zêde milyonek û 500 hezar Ermenî hatine kuştin.
Cara yekemîn sala derbasbûyî Joe Biden wek Serokê Amerîkayê, bi aweyeke fermî komkujîya Ermenîyan nas kiribû.
Joe Bden berî hilbijartinê soz dabû, ku were hilbijartin dê ew Komkujîya Ermenîyan bi fermi nas bike. Pisstî hilbijartnê jî Biden soza xwe anî cîh di roja 24ê Nîsana 2021an da bûyerên di salên 1915an da qewimîbûn, wek komkujî bi nav û nas kir.