Min nivîsa İkram Oguz ya jibo peyva bihiştê xwend.
Li ba min sê ferhengên zara dayîka me Kurdî hene û min li wan mêze kir.
Yek a İzolî, a dehem Zana Farqîni, a sêhem jî ê M. Emîn Bozarslan e. Di ferhenga İzolî û di a M. Emîn Bozarslan da Bihişt, di a Zana da jî bihuşt hatîye nivîsîn.
Bi rastî kîjan rast e nizanim.
Li gor bawerîya min, di warê rastnivîsîna zimanê Kurdî da hinek şaşî û kêmasî hene. Erê, Mîr Celaleddîn Bedîrxanê dilovan bingeha tîpên Alfebeya Kurdî rind kolaye, lê li tev hin kêmasîyan.
Ez bawer im wexta ku wî nemirê gelê Kurd destpêka vî karî kirîye, tenê devoka hin deverên Botan anîye ber çav û Alfebaya zimanî Kurdî bi wê devokê nivîsîye, ku kêmasî jî di vê gelşê da derdike pêşîya me.
Wek mînak, di devoka Bedîrxanîyan da, Xang, Xeng „Xwîşk“ tê gotin, lê li gor bawerîya min „Xwîşk“ şaş e; rastî Xuşk e. Lewra wexta bi lêvkirina vê peyvikê da ev deng di devê me da dernakeve. Ango di gotinê da tîpa „w“ dernakeve.
Li milê dî, di Hawarê da di cîyê „Ji bek ku“ da Bedîrxan „Ji ber ko“ dinivîsîne.
Dilovan helbestvanê me yê mezin Cîgerxwîn jî „Ji ber ko“ bi kar tîne, ku ev li gor bawerîya min şaş e, divê ev were serastkirin. Peyvika „ko“ di devoka Zazakî, Soranî û di zmanê Farisî da navê çîya ye. Dîsa li gor bawerîya min rastî „Ji be ku“ ye.
Li milê dî, dîsa peyvika „ker“, „kerr“, „xwar“, „xar“.
Xar hesan, ango kevirê ku qirim, ango tirpan pê tê tûjkirin, tê suyandin. Her çiqas ku di zara Kurdî da ev nav kêm bê gotin jî, lê di çinandina gîyayê mêrgan û zevîyên geniman da tê bi karanîn.
Bi kurtî li gor bawerîya min kêm be jî hinek kêmasî di Alfebeya Kurdî da û rastnivîsina nivîskaranda tên dîtin.
Serastkirin jî berî her tişt girêdayîya sazîya dewletêye, ku em jî heya vê rojê bê dewlet in, ev yek; a duhem jî ew karê fîlolox û zimanzanên gelê Kurd e, lê sed heyf, hezar mixabin ku zimanzanên me jî ji hev dûr in, nayên ba hev û di konferansek Neteweyî da vê kêmasîyê li holê da ranakin.
Li milê dî, parçebûna welat û bi karanîna sê Alfebeyên cuda. Latînî, Erebî û Kîrîlî. Dîsa li gor bawerîya min divê gelê Kurd dev jî Alfebeya Erebî û Kîrîlî berde, li ser Alfebeya latînî kar bike.
Lewra zimanê me di girûba Hînd Ewropa da ye. Ango Alfebeya Erebî û Kîrîlî, ji zimanê Kurdî ra nabin havil.
Îkram Can ez di warê zara dayîka me Kurdan da usa difikirim û usa dihênijim. Hêvi dikim ev pirs di demek nêzik da bê çareserkirin.
28.03.2022