Rêxistina Standartên Navdewletî (ISO) bi fermî Herêma Kurdistanê wek herêmeke li Iraqê nas kir û ji bo herêmê kodeke taybet danî. Ji bo vê yekê Emojiya Ala Kurdistanê bi fermî tê çêkirin û li qada dîjîtal cihê xwe di nav alên welatan da digire.
Daxwaz ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî va hatibû pêşkêşkirin, rêxistina ISOyê jî ew daxwaz pesend kir û ji bo Herêma Kurdistanê koda taybet danî.
Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Semîr Hewramî ragihand, ku li ser daxwaza Qubad Talebanî Herêma Kurdistanê bi fermî ji aliyê rêxistina ISO ve hatîye naskirin.
Semîr Hewramî di ragihandna xwe da dibêje; “Herêma Kurdistanê dê kodeke taybet hebe ji bo miamela li gel cîhanê. Rêxistina ISO li gel dayîna koda IQ-KR ji bo Herêma Kurdistanê rizamendî nîşan da.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî li ser vê mijarê li hejmara xwe ya Twitterê kêfxweşiya xwe derbirî û li ser girîngiya vê biryarê got, “Ev pêngav ber bi hikûmeta elektironî va ji me re dibe alîkar.
Çend sal berî niha min soza wê dabû ku dê emojiya Ala Kurdistanê bê çêkirin. Îro me pêngaveke girîng ber bi wê armancê va avêt. ISO bi fermî Herêma Kurdistanê nas kir. Ev pêngav di danûstandinên elektronî yên navdewletî û pêngavên zêdetir ên ber bi hikûmeta elektronî va jî ji me ra dibe alîkar. Ez kêfxweş im ku ev naskirin, ji bo pêkanîna emojiya Ala Kurdistanê dibe rêxweşkerîyeke bi fermî.”
Li gor daxuyaniya ofîsa Qubad Talebanî, “Piştî rizamendiya rêxistina ISO û dabînkirina koda taybet, Herêma Kurdistanê li gor rênimayên rêxistina Unicode, dikare bibe xwedî emojiya Ala Kurdistanê.”
Koda taybet a Herêma Kurditanê niha parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê li xwe digire. Li gor daxuyaniyê, Helebçe jî demeke nêzîk lê tê zêdekirin.
Rêxistina Standartên Navdewletî (International Organization for Standardization-ISO), rêxistineke taybet e û bi danîna pîvanên moletên bazirganî, pîşesazî û karên girêdayî teknolojiyê û heta niha zêdetirî 160 welat ji aliyê vê rêxistinê va hatine naskirin.