Wezareta Derve ya Amerîkayê di derbarê operasyonên Tirkîyê yên Herêma Kurdistanê di dome da, daxûyanîyek da. Di daxûynîyê da tê gotin, ku Tirkîye rêzê li serweriya Iraqê bigire.
Buroya Karûbarên Rojhilata Nêzîk ya Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê fermî wiha dibêje; “Em ji nûçeyên çapemeniyê yên derbarê operasyonên Tirkiyê yên li bakurê Iraqê didome, agahdar in. Em nerîna xwe dubare dikin, ku tevgera leşkerî li Iraqê divê rêzê li serweriya Iraqê bigire.”
Di 16ê Tebaxê da Tirkiyê navenda qezaya Şingalê bombebarankiribû û di encamê da fermandarekî YBŞê yê bi navê Seîd Hesen û şervanekî YBŞê hatibûn kuştin, 3 kes jî birîndar bibûn.
Firokeyeke şer a Tirkiyê di 17ê Tebaxê da jî navçeyeke li qezaya Şingalê bombebaran kiribû. Li gor zanyariyên xwecîhî di encama êrişî da 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Artêşa Tirkiyê nêzîkî çar mehan e, li navçeya Kanî Masê operasyonên berfireh bicîh tîne. Îsal di encama operasyonên Tirkiyê da, heta niha 6 welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne. Herwiha sedem berdewamîya operasyonan 20 gund jî hatine valakirin.
Li gor amarên Rêveberiya Nahiya Kanî Masê, zerara xelkê deverê heta niha bûye zêdetirî 7 milyar dînar.