Çavkaniyek ji Wezareta Navxwe ya Efxanistanê radigihîne, ku Serokkomarê Efxanistanê Eşref Ganî welat bicîh hiştiye û ber bi Tacîkistanê revîyaye.
Balyozxaneya Pakistanê ya li Kabulê jî radigihîne, ku şandek ji berpirsên hikûmeta Efxanistanê û kesayetiyên siyasî yên wî welatî gihîştiye Islam Abad a paytexta Pakistanê.
Di wêneyek ku Balyozxaneya Pakistanê li Kabulê belav kiriye da, Serokê Parlamentoyê Mîr Rehman Rehmanî, du cîgirê serokkomar, Mihemed Yûnis Qanûnî û Ehmd Ziya Mesûd, Rêberê Partiya Wehdet Mihemed Kerîm Xelîlî, Rêberê Partiya Gel a Efxanistanê Mihemed Muheqiq, Serokê Saziya Şehîd Mesûd Ehmed Welî Mesûd tên dîtin.
Li gor Balyozxaneya Pakistanê, ew şanda Efxanî ji bo hevdîtineke 3 rojî derbarê aştî û istiqrara Efxanistanê serdana Pakistanê kirine.
Tevgera Talibanê jî radigihîne, ku wan ferman daye çekdarên xwe, heta ku desthilat bi awayekî aştiyane tê radestkirin, ew derbasî nav Kabulê nebin.
Koşka Serokatiya Efxanistanê jî di twîttekê de ragihandiye, ku dengê gulleyan li çend navçeyên Kabulê tê bihîstin.
Hefteyek berê berpirsên Amerîkayê li gor raportên istixbaratî ragihandibûn, ku Kabul dikare heta sê mehan li ber xwe bide, lê di nava 4 rojan de Talibanê dest danî ser tevahiya Efxanistanê û Kabul jî ji her çar aliyan va hatiye dorpêçkirin.