Artêşa Tirkiyê ji şeva borî va gundewarên herêma Til Temir topbaran dike.
Encûmena Leşkerî ya Til Temir di daxuyaniyeke taybet da radigihîne, ku Tirkiyê ji şeva bûrî va gundê Til Şinan du caran topbaran kiriye.
Li gor zanyariyan, bi dehan top li gundên Um el-Kêf, Ebûş û Derdare ketine xwarê û jineke sivîl birîndar bûye. Herwiha xaleka artêşa Sûriyê hatiye armanckirin û birîndar hene.
Berdevkê Encûmena Pasewanên Xabûrê Nebîl Werde di Rûdawê da dîyar dike, ku dema Tirkiyê wan gund û navçeyan topbaran dike, ti cudahiyekê naxe navbera pêkhateyan. Ha Kurd, ha Ereb ha jî, Aşûrî be.
Gor gotina Nebîl Werde, ji ber topbaranê gelek xelk bi taybet jî Asûrî gundên xwe bicih dihêlin.