Serokê Amerîkayê Joe Biden, projeya budceya federalî ya ji bo sala 2022an pêşkêşî Kongreyê kir. Di budceya federli da ji bo pêdiwîyên berevaniyê daxwaza 715 milyar dolaran hatîye kirin.
Yek ji wan pêdiwîyên ku balê dikişîne, ew jî pêdivîyên ji bo şerê li dijbrîya DAIŞê alîkarîya ji bo hêzên ewlekarîyên li Iraq û Sûriyê ye.
Li gor budceya pêşkêşkirî, ji bo salan 2022an ji hêzên ewlekarîyên li Iraqê ra 522 milyon, ji yên li Surîyê ku ji wan yê herî bihêz HSD ye, 177 milyon dolar cîh digre.
Li gel wê jî, pişka 370 milyon dolar di bin navê piştevaniya asayişa sînorê welatên cîranên Sûriyê da hatiye daxwazkirin. Ji wê 150 milyon dolar bo Urdinê û 220 milyon dolar jî bo welatên din hatine danîn.