Xwendevanên Ezîz, di van rojên dûwahî da, erdnîgarîya Rojhilata Navîn, bi zêdeyî rengê xwe yê bingehî guhartîye. Ew axa reng gewr û birişt, ango berdar, bi tevahî, bi xwîna mirovan ve sor bûye. Xwînrijê welatê me Kurdistanê jî, Tirkên barbar, Ereb hovên çolan û parsevanên dîroka kevn, namerdên vê demê. Van hersê xwînmêj, bi vexwarina xwîna mirovan têr nabin. Li Bakûrê welatê me şer-firokên Tirkên barbar, bi hênceta tevgerên PKK her roj li ser wî erdê me yê pîroz bomban dibarînin û xwîna ciwanên Kurd dirijînın, dikevin ser erdê Kurdistana Azad. Li Başûrê Biçûk, ku herkes îro ji wî parçeyê Kurdistanê ra “Rojava” dibêje, li wir jî Erebên Sûrîyê, xulamên Beşar Esad vî karî dikin. Li Rojhilat da jî dewleta Parsên namerd her roj xort û keçên Kurd dikuje, hin kesan ji darda dike. Li parçeyê Başûr, ango di wî parçeyê Azad da jî, Şîî Ereb hovên çolan, li tev Farisan, serok û rêvebirên wî parçeyî dixapînin, naxwazin li wir Kurd bibin xudan dewletek Serbixwe. Ev rewşa çar parçeyên Kurdistanê li ber çavan e; lê xwedêgiravî, Serok û Revebirên Kurdistanê çavên xwe kor kirine, naxwazin kirinên dijminan bibînin. Sed heyf, hezar mixabin ku li hember dijminan ji hev ra nabin bira, hêzên xwe nakin artêşek Kurdistanî, ji dijminan ra wekî mêran û şêran şer nakin.
Xwendevanên xoşewîst, ez di vê nivîsa xwe da naxwazim bi kûrahî têkevim nav gelşa Kurd û Kurdistanê. Jixwe gelek nivîskar, Kurdperwer û rewşenbîrên Kurdistanê, li ser vê gelşê dinivîsînın, ku ewana ji min zêtir zana û rêzan in. Li milê dî, şerê İsraîl û Fîlîstînîyan bûye babeta hemû dewletên cîhanê, lê di vê babetê da divê em li rewşa bomikên me Kurdan binêrin. Ecêbek giran e, hişê min nagîhêje gotin û tevgerên Serok, Rêvebir û İslam-bawerên Kurd. Vana ji Hamasê bêtir bûne Hamas, bûne Fîlîstînî. HDP jî wekî AKP, CHP; ÎYÎ Partîyê, bûyê dijê xweparastina İsraîl, wî gelî dijmin dibînin. Bi taybetî jî bomikên HDP û hemserokê wê yê kevn, ku ew niha dîl e, di girtîxana dijmin da dijî, li dijê İsraîl derdikevin, qet wext û dema tevkujîya Helebcê û Enfalê, gotinên Yasar Arafat, ku ew piştgirê Saddamê faşîst bû, peykerê wî di welatê xwe da tîk kiribû, di mala wî da portreyê Saddam, naynin bîhra xwe. Lê Serokê Fîlîstîn, ê îro Mahmût Abbas? Gelo wî jibo Kurdan çi gotibû û çi jî dibêje? Leşkerên Arafat, li tev artêşa Saddamê xwînmêj, bi hezaran Kurd kuştin, dest dirêje namasû keç û jinên me kirin, lê Kurdên çav kor ev rastîya nedîtin, îro jî naxwazin bibînin. Mahmût Abbas, jibo me Kurdan: “Eger Dewlata Kurd di Rojhilata Navîn da bê sazkirin, dê Rojhilata Navîn bibe gola xwînî”dibêje, lê guhên Serok, Rêvebir û Îslam bawerên Kurd kerr bûne, nabihîsin. Dîsa sed heyf, hezar mixab. Em in ev gela. Heya çi wext ev rewş, ev çav korbûn û guh kerr bûn????????????
Xendevanên delal, ez bawer im, ez li babeta sernivîsê dûrketim, bibexşînin, kul û derd min didin şaşkirin û axaftin, li babetê dûr dixînin. Hûn vi kalê 86 salî biborîn, efû bikin. Bi destûra we ez dirêj nekim werim ser gelşa sernivîsê. Ango “Li Başûrê Biçûk Dengek Tê”.
Birayê minên Kurd, ez bawer im hûn ji min bêtir rewşa çar parçeyên Kurdistanê rind dizanin û dibînin. Ji ber ku hûn gelek kes li Awropa dijîn, ji welêt nêzik in, ne ku wekî min li Başûrê cîhan 18 hezar kîlometre ji welêt dûr. Li Bakûr şerê PKK û dewlata Tirk. Ev şer 36 sal e ku berdewam e, lê ne PKK di evqas demê da bostek erdê Kurdistanê rizgar kir, ne jî dewleta Tirk pirsa Kurd li holê rakir. Her çiqas ku 4200 gund hatin şewitandin, hatin hilşandin bûn pag, erdnîgarî jî tarûmar bû, nêzî 6 mîlyon Kurd bûn koçebar çûn ketin metropolên dijmin, ber çerxa pişavtinê û asîmîlasyonê jî, lê pirsa Kurd di rojeva cîhanêda cîyê xwe girtîye, balam rewşa hêzên Kurd, ên ku ji xwe ra: “Em felatkarên Kurdistan in, dê em Kurdistanek Serbixwe damezrînin” dibêjin, nehatîye guhartin. Hêzên çar parçeyên Kurd hemû balav belav in û di nav wan da peywedîyên biratî tune, hemû li dijê hev in, her yekî xwe kirîye qiralê Kurdistanê, gelê me yê belangaz jî jibo wan tê kuştin. Mînak ji we ra PKK û Serok û Rêvebirên vê partîyê. Li Başûrê Biçûk, ev partî li wir bûye hêzek serekê, lê sed mixabin ku, ji bilî xwe qet hêzekî dî naxwaze û nabîne. Ango PYD. Serokên wê Salîh Muslîm, Mazlûm Kobanî, Aldar, Xelîl hwd.
Hemû dibêjin “Em û em” Ji bilî xwe qet kesek û hêzek dî nabînın û wekî dî, bûne dijminê PDK û malbata Barzanî. Naxwazin 10 hezar Pêşmergeyên Rojê dagerin welatê xwe li tev wan li hember dijmin şer bikin. Jibo vê rewşa bed û nerênî, nasekî minê wî parçeyî, ku ew endamê polît birûya partîyek wî parçeyî ye, em car car ji hev ra dinivîsînin. Wî di 8’ê vê mehê da, ji min ra: “Ez ji te hevalê xwe ra bêjim, rewşa me weke malbat, hêj em baş in, sax û aram in, lê rewşa civaka me gelekî ne xweş bûye. (Ez, wî çito nivîsîye û çi gotîye wekî wî û bi ûslûba wî ji we xwendevanan ra dinivîsînim)
Ji hêlekî encamên şerê Sûrîyê, ku me xwestî, ne xwestî, em parçeyek jê ne, dorpêçkirina aborî, herifandina bingehên aborî… û hwd, rewşa jîyana gel xistîye astengê. Ketina nirxê pereyên Sûrîyê, ben li stoyê me teng kirîye, her tişt buha bûye, pêrîşanî, xizanî û belengazî zêde bûye. Ji hêla din ve, belavbûna vê êşa nû Kovid-19 ku rojane xelkên me pê dimirin, jîyan li me tarî bûye!…
Weke mînak, diho, hevalekî min endezyar, welatparezekî qenc, bi vê êşê mir, kes û mirovên wî, nikaribûn rêwresma sersaxîyê çêkin. Ango tu dikarî bêjî, dema xizanî, şer û nexweşî di civakê de dest didine hev, wê civakê pirr dêşînin. Li gora dîtin û nêrîna min, rewşa sîyasî li Rojava, yan jî Başûrê piçûk ji ya civakî ne çêtir e!… Hêj nakokîyên di navbera PKK û PDK bandûra xwe li jîyana sîyasî dike. PYD û hevalbendên wê ku girêdayî ya pêşin û ENKS ya ku girêdayî ya paşin e, ji bo sazkirina rêveberîyeke hevbeş li hev nakin.
Ji we ve dîyar e ku herdu alîyên Kurdistanî jî hêz û dewletên deverê, yên ku welatê me di bin destê wan de ye, ta radeyeke girêdayî ne û ew jî di biryarên xwe de ne ta dawî serbixwe ne. PDK, ji bo berjewendîyên xelkên Kurdistanê, nikare têkilî û peywendîyên xwe bi Tirkîyê re bibire. Dewleta Tirkîyê jî vê yekê baş dizane, bi destê wan ê kul girtîye û naxwaze nêzikbûn di navbera hêzên Rojava de çêbibe. Derd, kul û xema sereke ya dewleta Tirkîyê ew e ku tu statu ji gelê me re li Rojava neye çêkirin. Ji hêla din ve, PKK bi Îranê ve girêdayî ye û têkilîyên wê bi rejîma Sûrîyê re jî hene ku ew herdu jî naxwazin yekîtîya me saz bibe. Ango werîsê yekkirina me ne di destên me Kurdên Sûrîyê de ye, mixabin…
Xuyaye îro berjewendîya Emerîka û Firansa di HSD de heye, çiku ew hêzeke leşkerî xurt e û di şerê terorê de xwedî ezmûn e. Herdu dewlet hewldidin ku herdu alîyan li hev bînin, ta niha jî biser neketine. Li welatê me sîyaset seqet û kulek kirine, hêştine ne ku ew raman bi cî bigire, yan divê tu PKK, ya PDK bî! Herdu alî Kurdistanî ne, lê ew ne Kurdên Sûrîyê ne!.. Di bawerîya min de ev yek pir şaş e. Gerek herdu hêzên Kurdistanî xwe alîkar ji birayê xwe yê piçûk re bibînin, bihêlin ku bi xwe biryara xwe wergirin û li şûna wan biryaran negirin. Têkilî di navbera hêzên Kurdistanî de biratî û dostane bin. Bi kurtî, ez dikarim vê nêrînê bi te birayê xwe re parve bikim. Û ez venaşêrim ku rêveberîya partîyên me yên sîyasî, ne li gora dem û dewranê ye, ji bilî hebûna hin kesayet ku bi çavên bazirganîyê li sîyasetê temaşe dikin. Bimîne di Xweşîyê da.
Belê, ev gotin û dîtina wî birayê me ye. Ez naxwazim ji we xwendevanan ra navê wî camêrî binivîsînım. Ez bawer im, wî ji min ra rastîya wî parçeyê biçûk, ango rewşa Rojava nivîsîye.
Belê, berê ku ez dûwahî bidim van xetan, dixwazim ji we ra helbestek xwe binivîsînim û ji we xwatir bixwazim. Ev helbest, jibo mirûdekî Abdo, ku ji e-maîla min ra, li tev hin bed çêran şandîye, ji min ra: “Nezan, bê perwerde û bê dîplome” gotîye, ev helbest, min jibo wî sextekarî û ne camêrî nivîsîye. Rast e, bê dîplome me, lê ne xeşim û nezan, û ne mirûdê Şêv Abdo û kesekî dî. Tenê evîndar û xulamê wê dayîka xwe ya nav Kurdistan im. Helbest ev e:
EV İM EZ
Ez nivîskar, ez hozan im
Ne pelax im, ne xozan im
Ji ilmdaran ez fêr dibim
Cihan-nas im, ez rêzan im
Digerim li vê cîhanê
Dibim nasê ilm jîyanê
Dixwînım û dinivsînim
Ji dil digrim ez îlhamê (peroş)
Ji keran ra nabim heval
Ez Firat im, ne ku newal
Diherikim ber bi derya
Ava pak im, sar û zelal
Ez im ev kal, Riza Çolpan
Ez zava me, ne ku şoşpan
Keda min avê da naçe
Nêrgiz im ser gaz û tatan
Dê min bîhnkin şivan, gavan
Dibim xewna roj û şevan
Jibo Kurdên welatevîn
Jibo xort, keç, dê û bavan.
17-1-2021, Sydney.
Ev helbest, di wê rojê da min nivîsî.