Wezîrê Derve yê Yunanê, Nikos Dendias serdana Herêma Kurdistanê dike. Dendias di vê serdanê da li gel berpirsên Kurdistanê hevdîtinan dike û dê konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê jî veke.
Wezîrê Derve yê Yunanê berê çû Iraqê û li Bexdayê li gel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civiya. Piştî civînê bi beşdarbûna herdu wezîran konferanseke rojnamevanî ya hevbeş hate lidarxistin.
Di konferansa rojnamevanî da herdu wezîran tekezî li ser pêşxistina peywendiyên du alî yên navbera Yunan û Iraqê kirin. Nikos Dendias, Wezîrê Derve yê Yunanê ragihand, ku Yunan dixwaze hevkariyên xwe bi Iraqê di warê enerjiyê de pêş bixe û dê rêjeyeke zêde ji petrola Iraqê bikire.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî tekezî li ser giringiya pêgeha Yunanê kir û got; “Yunanê roleke giring di hevpeymaniya NATO da heye.“