Hunermendê Kurd Ciwan Haco, di roja 13emîn salvegera koça dawiyê ya Mehmed Uzun da beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rola wî ya di nav civaka Kurdan de kir.
Ciwan Haco di derbarê Mehmed Uzun û nivîskarîya wî da wiha dibêje; „Mehmed Uzun her çend ji nav me bar kiriye jî, lê ew bi fikir û ramanên xwe, bi nivîs û romanên xwe her dijî. Ez dikarim bibêjim ku Mehmed Uzun ji bo teşwîqkirina fêrbûna zimanê Kurdî bandorekê xwe ya zêde hebû. Bi rastî bi hezaran kesan bi xêra romanên wî xwe fêrî Kurdî kirin.“
Ciwana Haco di deerbarê ziman da jî wiha dibêje; „Yek ji sedemên sereke yên şerê dewletan ê bi Kurdan ra ziman e. Ziman hebûna miletan e, kesekî weke Mehmed Uzun ev mijar baş fêm kir û lewma dest avêt qelemê û dest bi nivîsê kir. Bi rasî pirtûkên wî li cîhanê belav bûn û ji bo zêdeyê 20 zimanan hatine wergerandin. Wî kareke gelek pîroz kiriye lewma divê em her tim wî bi bîr bînin.”
Ciwan Haco di derbarê berhema Destana Egîdekî da, ku ew helbesta Mehmed Uzun e, wiha dibêje; „Min ew bi aranjeyeka nûjen û bi formên etno-caz stra. Gelek helbest li ser qehramiya Kurdan hatine nivîsandin, lê ew helbesta Mehemed Uzun a behsa çîroka pênç ciwanên Kurd dike, ciyawaziyake girîng a xwe ye. Dema min ew muzik jê re çêkir Mehmed Uzun gelk pê dilxweş bû.“