Nêçîrvan Barzanî li ser daxwaza Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî (Kobanî), alîkariyên pizîşkî ji Rojavayê Kurdistanê re şandin.
Fermandarê Giştî yê HSDê, Mazlûm Ebdî li ser twittera xwe spasiya xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir, ku bi awayekê bilez bersiva daxwaza wan a daye.
Taqîgeh û keresteyên pêwîst jibo testkirina wan gund û kesan li ber destê Rêveberiya Xweser nînin ku hatine kerentînekirin, daku bizanin gelo ew kes bi koronayê ketine yan na.
Piştî peywendiya telefonîya di navbera Mazlum Kobanî û Nêçîrvan Barzanî da derbas bibû, Serokatîya Herêma Kurdistanê biryar da li ser erkê xwe bilez alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê bike.
Roja 9ê Nîsanê du tîmên pizîşkî ji Başûrê Kurdistanê va derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, daku rahênanê bi 26 karmendên taybet bi taqîgehê bikin.
Herwiha Serokatîya Heremê Kurdistanê du taqîgehên pizîşkî yên taybet bi koronayê tevî hemû kereste û pêdawîstiyên din ji Rojavayê Kurdistanê ra hate şandin û ew du taqîgeh li Rojava hatine damezrandin û dest bi kar kirine.
Tîmên bijîşkî yên ji Herêma Kurdistanê, di warê pişkinîn û kerentînekirinê da hevkariya tîmên tendirustiyê yên Rojavayê Kurdistanê dikin û heta niha rahênan bi 26 kesan kirine.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî jî li ser twittera xwe ew alîkariyên Serokatîya Herêma Kurdistanê yên bo Rojavayê Kurdistanê aşkere kir û spasiya xwe ji Nêçîrvan Barzanî ra kir.