Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî li navçeya Eyn Îsa beşdarî komxebata Êl ên Sûriyê bû û di komxebatê da axaftinek kir. Kobanî di axaftina xwe da ragihand, ku ew bi danûstandinên nerasterast bi Tewleta Tirkîyê ra di têkilîyê da ne.
Kobanî di di derbarê vê yekê da wuha got: “Niha em bi rêya navbeynkaran bi dewleta Tirkiyê re danûstandinên nerasterast dikin. Em dibêjin ji bo diyalogê amade ne. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstandinê û bi rêyên aştiyan re amade ne, lê şert û mercê me jî ji bo vê yekê hene. Belê em amade ne ku li ser daxwazên dewleta Tirkiyê bisekinin, derbarê pirsên girêdayî sînor, lê di heman demê da, em daxwazê jiTirkîyê dikin, ku destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de neke. Divê rêzê li serweriya dewleta Sûriyê û serweriya axa Sûriyê bigire. Divê xelkê Efrînê vegerin nav malên xwe. Heger Efrîn venegere ser rewşa xwe ya normal, em nikarin behsa tu çareseriyeke bingehîn û stratejîk bi cîranên xwe, bi taybetî jî bi dewleta Tirkiyê ra bikin.”
Kobanî di derbarê têkilîyên xwe yên bi dewleta Surîyê da jî wiha got: “Belê em amade ne bi rijêma Sûriyê re, bi hikûmeta navendî re dest bi danûstandinê bikin. Lê em dibêjin heta ku bi rêya destûrê itîraf bi mafê gelê Kurd neyê kirin, Sûriyeke demokratîk û piralî nayê avakirin, çareseriyeke rasterast nayê dîtin.”
Di derbarê hêzên bîanîyên li Surîyê da jî Mezlûm Kobanî wiha got: “Hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li deverên me, herwiha hebûna hêzên Rûsya yên li deverên din, di şerê dijî terorê de xwedî roleke erênî bûn. Heta ku teror hebe û gûrpên terorîst li Idlib, Efrînê hebin li Cerablus û Babê hebin, heta ku hebûna DAIŞê metirsiyê li ser deverên me çê bike, divê hêzên Hevpeymaniyê û hêzên Rûsyayê li Surîyê bimînin. Lewra hebûna hêzên navdewletî ji bo parastina gelê me, hebûneke rewa ye.”