Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo li Waşingtonê di konferanseke rojnamevanî diyar kir ku, ew êdî di mijara kirîna petrola Îranê de ti welatî efû nakin.
Mike Pompeo got; „welatên ku pêwendiya bazirganî li gel Îranê hebe û petrola Îranê bikire, dê ji aliyê Amerîkayê va bê cezakirin.“
Amerîkayê piştî ku dorpêç danîbû ser sektora petrola Îranê, ji bo şeş mehan rê dabû Çîn, Hindistan, Îtalya, Yûnan, Tirkiye, Koreya Başûr, Japon, Taywan û Iraq bazirganîya xwe bi Îranê ra bidomînin.
Mike Pompeo da zanîn, rawestandina hinardeya petrola Îranê bandore li bazara petrolê nake û nirxê petrolê bilind nabe.
Pompeo di berdewamîya axaftina xwe da wuha got: “Armanca me ew e rêjeya hawirdekirina petrola Îranê ji aliyê welatan va were kêmkirin. Berî şeş meha, me ji bo 7 welatan biryar da ku, , ew bikaribin xwe organize bikin û hewl bidin ji petrola Îranê dûr bikevin. Îro ez radighînim ku em bi ti awayekî tu welatekî ji derva nahêlin û ber bi rêjeya sifirkirina petrola Îranê va diçin.
Armanca me bi rayedarên rejîma Îranê ve girêdayî ye. Heger Îran hewl bide gehiştina bi çekên atomî, pêşxistin û ceribandina mûşekên balîstîk û piştgirîkirina terorê ranewestîne, biryara me ya dorpeçkirinê berdewam dike. Îdareya Trump ne weke îdareya berê ya Amerîkayê ye û em nahêlin ku rayedarên Îranê xwe li ser gelê wî welatî zal û bihêz bikin.”