Li Stenbolê festîvala fîlmên Kurdî tê amadekirin. Di festîvalê bi amadekariya Navenda Çanda Mezopotamyayê hatîye avakirin da 30 fîlmên Kurdî beşdar dibin, dest pê kir. Festîval dê pênc rojan berdewam be û gelek çalakiyên hunerî jî di çarçoveya festîvalê de birêve biçin.
Di merasîma vekirina festîvalê de ji sînemayê bêhtir mijar û kêşeyên siyasî û civakî derketin pêş. Festîval ji alî sînemagerên Kurd ve bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin.
Bi saya vê festîvalê, dehan lîstikvan, derhêner, sînemager û hunermendên Kurd li hev kom bûn. Di peyamên ku hatin dayîn da bal hate kişandin ku çand û hunera Kurdî di salên dawîn de xiraseke mezin dîtiye lê hunermendên Kurd dê bi berhemên nû vê valahiyê dagirin.
Aktorê Kurd Nazmî Kirik di derbarê festivalê da dibêje: “Li Bakur ji ber rewşa siyasî û polîtîk û rewşa Tirkiye festîvaleke mezin çênebû. Demekê xwestin li Amedê çêbikin lê ji ber ku dewletê dest da ser şaredariyên me û ew wisa ma. Ev li Stenbol cara yekemîn e û loma heyecanê dide me. Ez wek aktorekî Kurd gelekî kêfxweş im.”
Derhênerê Kurd ê ji Merîwanê Kaveh Moeinfar jî dîtina xwe ya li ser festivalê wuha eşkere kir: “Gelek baş e ku yekem car ji bo vê festîvalê hatim Stenbolê. Tiştê herî giring ew e ku em weke fîlmsaz, weke kesên ku karê sînemayê dikin, hevdu dinasin. Ango em dizanin ku kî li Bakur e, kî li Başûr, kî li Rojhilat û Rojava ye. Ev destkefteke mezin e. Gelek baş e ku ev festîvala cara yekem, birêve diçe.”
Derhêner Haşîm Aydemîr jî wuha got: “Ew festîval gavek pir mezin e. Her dibên Stenbol bajarê herî mezin ê Kurdan e û divê festîvalên wiha jî hebin û ji bo sînemaya Kurd festîvalên mezintir jî hebin.”
Ji ber ku festîval bi derfetên teng tê amadekirin, dê numayîşa fîlman li salona Navenda Çanda Mezopotamyayê bê kirin. Herwiha di dawiya festîvalê da tu xelat nayên dayîn. Di roja 8ê Adarê de jî dê tenê fîlmên derhênerên jin bêne nîşandan. Kurdên Stenbolê eleqeyeke germ bi festîvalê didin.