Ewropa danûstandinên bi Tirkiye ra radiwestîne
Parlementoya Ewropayê (PE), raporta rawestandina danûstendinên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) pesend kir.
Raporta ku bi pêşengiya Parlementera Hollandî Kati Piri û ji aliyê Lijneya Pêwendiyên Derve ya PEyê ve hatibû amadekirin, bi 47 dengên erê hate pesendkirin.
Di raportê de girtina Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş û Osman Kavala, girtina 160 dezgehên çapemeniyê û gellek babetên din wek kiryarên deryasayî yên Tirkiyeyê hatiye nirxandin.
Yek ji babetên girîng yên raportê jî, binpêkirinên mafê mirovan yên li Efrînê ne. Di raportê da tê gotin ku Artêşa Azad a Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wê dike, Kurdên sivîl ji Efrînê derxistine, dest danîye ser mal û milkên wan û mal û milkên wan talan kiriye. Herwiha ji Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyeyê hatiye xwestin ku berdêla ziyanên ku hatine kirin dabîn bikin.
Di raportê de ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên mafê mirovan yên bajarên Bakurê Kurdistanê jî, ji Tirkiyeyê ra destpêkirina çareseriya aştiyane hatiye pêşniyazkirin.
Di raportê da pêwendiyên Serokatiya Karûbarên olî û Dezgeha Sîxurî ya Netewî(MİT), girtina 78 hezar kesan, di tekoşîna dijî terorê de binpêkirina mafên mirovan, operasyonên revandinên deryasayî yên li welatên din cîh digre. Ji bo van babetan jî li Tirkiyeyê t tê xwestin ku Tirkiye dev ji van kiryaran berde.