Mesûd Barzanî îro li navçeya Pîrmamê di derbarê serdana xwe ya Iraq, Kuwêt û Îmaratê da daxuyanî da. Di derbarê rewşa herêma Kurdistanê û Iraqê da geşbîniya xwe ya nîşan da.
Barzanî di daxûyanîya xwe da behsa armanca serdana xwe ya ji bo Bexda û welatên Kendavê dike û dibêje: „Em ligel hemû aliyan rûniştin, lê ti pêngav û helwêstên me ne li ser hesabê armancên stratejîk ên gelê Kurd in.
Em li bendê ne di pratîkê da çareserkirina pirsgirêkan bibînin û Herêma Kurdistanê jî dibe hevkar ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Me li Bexdayê nîyeta çareserkirina pirsgirêkan dît. Lê hîna jî rewş aloz e û pêkanîna hikûmetê temam nebûye.
Ew dixwazin pirsa Kerkûkê û navçeyên Maddeya 140ê bi rêya destûrê çareser bikin.”