Li nahiyeya Giruzêr a li ser bajarê Şingalê, goreke bi kom a Kurdên Êzdî hate dîtin.
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl radigihîne ku, li nav maleke Girûzêr di nav hewzeke avê de goreke bi kom a xwişk û birayên ji Kurdên Êzdî hatiye dîtin. Heft kesên ku ji aliyê DAÎŞê va hatine kuştin, termên wan di wê komê da hatine veşartın. Ji wan termên pênc kesan hatine naskirin, ku ew ji xelkê Giruzêr in.
Meham Xelîl di derbarê vê yekê da wuha dibêje: “Şingal bajarê gorên bi kom e. Heta niha 71 gorên bi kom li Şingalê hatine dîtin û her ku diçe zêdetir dibin. Piraniya wan goran jî li aliyê bakûr û başûrê Şingalê, li Girzerdik, Giruzêr, Tel Qeseb û Tel Benat in.”