Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê, Kolonêl Sean Ryan ragihand, ku hêzên Tirkiyê neçûne nav bajarê Minbicê û naçin jî.
Sean Ryan roja Sêşemiyê di konfranseke rojnamevanî de, li ser çend mijaran bersiva pirsên rojnamevanan da. Di bersiva pirsan da, Kolonêl Sean Ryan ragihand ku, armanca nexşerêya Amerîka û Tirkiyê ya li ser Minbicê ev e, ku ewlehî û aramiya Minbicê were parastin.
Sean Ryan wiha got: „Min tevahiya rêkevtinê jî nedîtiye, lê belê ya ku ji me re hatiye gotin, ew (Tirkiye) naçe nava Minbicê yan her navçeyeke din.”
Fermandarê Encûmena Leşkeriya Minbicê, Mihemed Ebû Adil û berdevkê wê encûmenê Şervan Derwêş ji radigihînin, ku hêzên Tirkiyê tenê li ser xeta bakurû çemê Sacûrê dest bi tevgeran kirine û bi ti awayî hêzên wî welatî derbasî aliyê Minbicê nebûne.