Dirok çîroka serdestan e. Di bingeha wê da bûyerek rast hebe, 99 bûyêrên bêbingeh jî lê tên zêdekirin.
Dû ra hinek kes jî wek lehengên wê çîrokê derdikevin pêş, bi kirin û kiryarên xwe yên nedîyar dixemilînin û ji xwe ra dikin dîrok, dîroka fermiya serkeftî…
Bêguman çîroka bindestan jî heye, lêbelê ti kes li wê çîrokê xwedî dernakeve.
Jiber ku ew çîroka têkçûyînê ye û bi xwîn e, bi êş û jan e.
Ji xemla xewn û xeyalên pîroz bêpar e, tê da tenê şîn û girî cîh digre.
Lêbelê miletê ku şîna xwe ya hevpar li dar nexe û lê xwedî dernekeve, ti car şahîya serkeftineke hevpar jî nabîne.
Jixwe me jî heta roja îro nedît…
Dilhad û Dilşad Firat, li ser bingeha bîranînên kalikê xwe Şêx Alî Riza, çîroka têkçûyîna serhildana 1925an nivîsîne.
Navê pirtûka xwe jî “Şîn” lêkirine, şîna xwedî du wate…
Ez bi dil û can herdu xortên çeleng û jêhatî pîroz dikim, ku sed sal piştra be jî, em bi saya wan ji bîranînên Şêx Alî Riza hayîdar dibin, ku di wan bîranînan da sedemên têkçûyînên me yên doh jî yên îro jî bi zelalî cîh digrin
Min pirtûka wan a yekemîn, “Babam Şêx Saîd – Bavê min Şêx Saîd” jî xwendibû û di derbarê wê da nêrînên xwe jî nivîsîbû…
Çawa ku di gotina dawîyê ya vê pirtûkê da jî tê gotin, ev çîrok çîroka me hemûyan e û parçeyek ji dîroka me ya têkçûyî ye.
Heta roja îro, di derbarê serhildana 1925an da gelek pirtûk û gotar hatin nivîsandin, ku piranîya wan ji şiroveyên kesên ku nivîsîne, pêk tên.
Ev cara yekemîn e, ku em ji zarê lehengek ji lehengên wê serhildanê, ji Şêx Alî Riza dibihîsin, ku ew serhildan çima têk çûye û bi ser neketîye…
Mirov di bîranînan da dibîne, ku ew çîroka sed sal berê dest pê kirîye, herçiqas bi têkçûyînê ra qedîya be jî, dû ra bi rengekî din û li deverên din bi caran hatîye dubarekirin û hê jî didome.
Jiber ku mirov, di bîranînên Şêx Alî Riza da, ne tenê sedemên têkçûyîna serhildana 1925an, sedemên serhildan û têkçûyînên ku piştî wê û li çarnikalên Kurdistanê pêk hatine jî bi zelalî dibîne.
Di hemû têkçûyînan da sedema herî bingehîn jî yek e.
Gor şert û mercên demê, her carê û li her deverê nave wê were guhartinê jî, ew bi hest û helwesta kurdan va girêdayî ye.
Sedema têkçûyîna serhildana 100 sal berê çibe, yên dû ra rû dane jî heman tişt e.
Wek tê zanîn, piştî têkçûyîna serhildanê, Şêx Alî Riza û hinek hevalên xwe derbasî Îranê dibin. Li wir bi serokeşîr û rêvebirên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ra dikevin têkilîyê û hevdîtinan pêk tînin.
Li bajarê Rewanduzê bi Şêx Ahmet Barzanî û birayê wî Mele Mistefa Barzanî ra jî tên ba hev û rewşa kurdan û sedemên têkçûyîna serhildanan dinirxînin. Di wê hevdîtina sed sal berê da Şêx Alî Riza ji bo têkçûyînên kurdan wiha dibêje; “Em Kurd hê nikarin di bin navekî hevpar da yekitîya xwe pêk bînin… Em kîngê navê eşîrê û tarîqat û rûtbeyên xwe bidin alîkî û di bin navê netewa xwe da werin ba hev û bibin yek, ancax wê gavê em dikarin bi ser bikevin…”
Kurd îro jî hê bindest in…
Jiber ku sedema têkçûyînan hê nehatîye guhartin, ew sedema ku Şêx Alî Riza ji bo têkçûyînên 100 sal berê nîşan daye…
Loma îro jî Kurd nayên ba hev û bi hest û helwesteke neteweyî tevnagerin.
Astengîya doh girêdayîbûna bi eşîret û terîqetan ra bû, ya îro jî girêdayîbûna bi partî û komelan ra ye…
Sed sal berê serokeşîr bi hev nedikirin, îro jî serokên partîyan bi hev nakin û nayên ba hev.
Jibo rutbeyên Hemîdîyê serokê eşîran berê xwe dabûn Stenbolê, serokên partîyan ji bo kursîyek parlamentoyê berê xwe da ne Enqerê…
Berhêlîya hemûyan yek be jî, heryekê ji xwe ra şiverêyeke berwar dîtîye û tê da xil û xwar dimeşe…
Çîrok hercarê dubare bibe jî, xem nîne…
***
Di sernivîsê da çima dibêjim Şîna bi Tirkî?
Jiber ku zimanê pirtûkê bi Tirkî ye û ew jî nîşaneya têkçûyîn û bindestîya me ye…
Xwedîyê bîranînan Kurd e…
Leheng û şervanên ku di pirtûkê da navê wan derbas dibin, Kurd in…
Axaftinên ku di navbera wan da derbas bûne û di pirtûkê da jî cîh digrin, bi Kurdî ne…
Kesên ku mîna min vê pirtûkê dikirin û dixwînin ji sedî sed Kurd in…
Dilhad û Dilşad Firat, ku bîranînên kalikên xwe nivîsîne, ew jî Kurd in…
Lêbelê zimanê pirtûkê Tirkî ye…
Dibe ku hinek kes vê yekê wek kêmasî nebînin, ku ez jî wek kêmasî nabînim.
Ji ber ku ev ne kêmasî, lê malxirabî ye…
Bê guman ev malxirabî jî bi tena serê xwe ji kêmasîya Dilhad û Dilşad Firat jî pêk nayê.
Ev malxirabîya hemû kurdan, nîşaneya têkçûyîn û bindestîya wan e…
Jiber ku Kurd êdî şîna xwe jî bi Tirkî li dar dixin…
Bi Tirkî dinalin û hêsiran dibarînin, ji ber êş û jana birîna bêderman…
15.02.2024