Nivîskarê Kurd Riza Çolpan berî weşanê pirtûka xwe ya dawîyê, “Pejnên Dawîya Jîyanek 90 Salî”, ku ji helbestên wî yên Kurdî û Tirkî pêk tên, ji min ra şandibû.
Min bi kêf û kelecan helbest xwendin û ji bo çapa yekemin pêşgotinek jî nivîsî…
Pirtûk ji alî Weşanxaneya Dozê va li Stenbolê hat çapkirin û rojek berê jî gihîşte destê min.
Hûn dikarin pêşgotina min li vir bixwînin, lêbelê ji bo xwendina helbestên ku bi pejnên Kek Riza xemilîne, ji kerema xwe li cîhên ku pirtûkên Kurdî tên firotin pirtûka wî bikirin…
***
Pêşgotin
Gotina ku neyê qeydkirin, gotineke çiqas giran û di cîh da be jî, wek kulîlkek ji berfa pûk difirre û bi demê ra wenda dibe.
Bêguman nivîskar û helbestwanê Kurd, xortê 90 salî Riza Çolpan jî vê rastîyê baş dizane, ku loma qîmê xwe bi gotinê neanîye û nivîsîye, hê jî dinivîse. Ew gotinên wî yên kûr û dirêj hatine nivîsandin, çîrok in, roman in, serpêhatî û bîranînin, ya jî wek pirtûka di destê we da helbestên ji kûrahîya dil in.
Riza Çolpan nivîskar û helbestvanekî berhemdar e, ku di her xalên edebîyatê da berhem daye û jhê jî dide.
Ji bo nivîsê zimanek jî tê ra wî nake, loma bi Kurdî û Tirkî dinivîse, ku ew nivîskarekî duzimanî ye.
Heta roja îro 31 pirtûkên wî hatine çapkirin, ku bi vê pirtûkê va hejmara wan dibe 32… Herwiha ji bilî pirtûkên wî, bi sedan gotarên wî jî di rojname, kovar û malperên Kurdî da hatine weşandin, ku ji wan malperan yek jî https://navkurd.net/ e.
Di nav 15 salen dawîyê da wî ji bo NavKurdê bi sedan gotar nivîsî. Ji gotarên wî kîngê yek bigihîşta ber destê min, min ew berî herkesî û bi kêf û kelecan dixwend û di kuncikê wî da diweşand, ku ev rewşa me hê jî didome…
Kek Riza, ev pirtûka xwe jî berî çapê ji min ra şandibû, ku ez bixwînim û dû ra ji bo wê pêşgotineke kin û kurt binivîsim.
Din av çend rojan min hemû helbestên wî yekoyek xwend û di hemû helbestan da denge dilê wî bihîst û lê guhdarî kir. Ew dengê ku wek berdevkê êş û jana wî, bîr û bawerîyên wi, bi peyv û hevokan va xemilandî…
Pirtûk ji helbestên wî yên ku bi hest û helwesta 90 salî ya xwe da nivîsîne, pêk te. Loma ez di destpêka vê pêşgotinê da wî wek Xortê 90 salî bi nav dikim, jiber ku ew kalemêrekî çalak û jêhatî, nivîskar û helbestvanekî xwedî hiş û hişmendîyeke pagij û zelal e.
Kek Riza di pêşkêşîya vê pirtûkê da bibêje, ku ev pirtûka wî ya dawîyê ye. Lêbelê qasî ku ez wî nas dikim, xwendin û nivîsandin parçeyek ji jîyana wî ye, ku ew jî bê van herdu tiştan nikare bijî. Loma ji îro da dikarim bi hêsanî bibêjim, ku em dê piştî ve pirtûkê jî nivîs û pirtûkên wî yên nû jî bibinin û bixwînin…
Di vê pirtûkê herçiqas helbestên bi Kurdî zêde bin jî, pirtûk ji du beşan pêk tê û di beşa duyem da jî helbestên wî yên bi Tirkî cîh digrin.
Navê pirtûkê bi Kurdî; “Pejnên Dawîya Jîyaneke 90 Salî”, bi Tirkî jî; “90 Yıllık Bir Yaşamın Son Duyguları/Yaşamın Son 90 Yılının Duyguları” ye.
Naveroka helbestan jî wek navê pirtûkê, ji pejnên wî yên di jîyaneke dirêj û li xerîbîyê, ji axa bav û kalan dûr, bi hesreta war û welatê xwe kemilîye, pêk tên.
Gotineke pêşîyan e, dibêjin; “Êşa can xwe dide ziman…”
Êşa merîya çi be û ji kû were, gilî gazinên merîya jî ji wê dest pê dike û dide ziman. Di helbestên Kek Riza da jî êş û jana wî ya civakî, hêvî û daxwaz, bîr û bawerîyên wî yên pîroz cîh digrin.
Gelo ew êş û jan, hêvî û daxwaz, bîr û bawerî çi ne û ji çi tên?
Dema ku mirov dest bi xwendina helbest û çarînan dike, di her çarîn û helbestên wî da bersiva vê pirse bi zelalî dibine.
Ew jî hesretîya ji bo axa bav û kalan…
Êş û jana ji bindestîya welat e.
Bîr û bawerîya ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe…
Bi tecrûbeyên jîyaneke dirêj, hosî û temî, daxwaz û hêvîyên ji bo dinyayeke xweş û hevpar e.
Kek Riza sedem bindestî û parçebûna welatê xwe dinale, ji rewş û helwesta civaka Kurd, ji şer û pevçûna navxweyî xemgîn e…
Loma di helbesteke xwe da wiha dibêje:
“Bi salan e pevdiçin
Ker hatine ker diçin
Birîn kûr e jan dide
Nizanin ku bipêçin…”
Herwiha ew ji pergala cîhanê jî nerazîyê, ew pergala ku tê da wekhevî cîh nagre, tê da şer û pevçûn kêm nabe. Wê rewşê bi jî hest û helwesta insanên çavbirçî va gire dide û ji bo wê yekê di çarîneke xwe da wiha dibêje:
“Tim bûye çavbirçî ew, jibo malê cîhan
Xwastîye bibe zordar, wekî Cengîzxan
Kuştîye hemcisnên xwe wekî haran
Jibo qesr û konax, jibo elmas û zêran…”
Bi zar û zimanê wî, ew kalemêrekî 90 salî be jî hê dilgerm û evîndar e. Loma di helbeseteke xwe da dibêje:
“Dilê har bûbû bengî
Şaş metal mam bêdengî…”
Gor gilî û gazinên ji pergala cîhanê û êş û jana wî ya civakî, bîr û bawerîyên wî yên xurt û pîroz kêm nabin. Di helbesteke xwe da bîr û bawerîya xwe ya ji bo rojên li pêş wiha tîne ziman û dibêje:
“Dixwazim navê dostanîyê û evînîyê
Binivîsînim li ser dil û zikê pitikan
Pitikên ku hêj di zikê dayîka xwe da ne
Û dûra jî bên cîhan
Girs bin, mezin bin
Cîhan geş bibe bi wan pejnan…”
Di beşek helbesta xwe ya “Bangek ji dil” da,wek gotina xwe ya dawîyê ji îro da xatirê xwe ji me dixwaze û dibêje:
“Êdî bi destûra we
Biray minên xoşewîst
Bes e evqas gotin, bang
Lewra min tiştek nehîşt…”
Wek gotina dawîyê, min di xwendina helbest û çarînan da denge dilê kekê xwe yê hêja u xortê 90 salî ji nêzîk va bihîst û dûr û dirêj lê guhdarî kir. Bi hevparîya eş û jana wî ra xemgînîya min, bi bîr û bawerîyên wî yên pîroz ra jî kêfxweş û bextewarîya min zêde bû.
Bi vê hest û helwestê min jî guh da denge dile xwe û ev çend hevokên kin û kurt li pey hev rêz kir û nivîsî.
Jiber ku ez ne rexnegir ne jî helbestvan im. Loma ev pêşgotina min jî divê wek nirxandina xwendawar û evîndarekî zimanê Kurdî bê dîtin.
Hêvîdar im, ku ev ked û xebata Kek Riza jî wek berhemên wî yên din, di kûrayî dile kurdan da cîhê xwe bigre û mayînde bimîne…
Kornwestheim, 10.01.2024