Dîrok, çîroka serdestan e.
Tiştên ku di wê dîrokê da cîh digrin, bi qilûlikên bê bingeh pesnê mêranî û mêrxasîya serdestan tên kirin.
Dîroka rast, dîroka ku hê nebûye çîrok jî, di sitranên dengbêjan da, di bîranînên bav û kalan da veşartî ye.
Kurd tu car nebûn serdest…
Loma ji çîrokên serdestan jî bêpar in.
Lêbelê dîroka me ya ku ji têkçûyînan pêk tê, bi deng û awazên dengbêjan va hatîye xemilandin û bûye sitran.
Her çiqas kêm bin jî di bîranîn û vegotinên bav û kalan da jîndar ma ye û heta roja îro hatî ye.
Ji bîranînên ku bi xwedîyê xwe ra neketine gorê û wenda nebûne, ji wan yek jî bîranînên Şêx Elî Riza ne.
Bîranîn ji alî nebîyên wî, Dilşad û Dilhat Firat va hatine berhevkirin û wek pirtûk bi navê „Babam Şeyh Said – Bavê min Şêx Said“ hatîye weşandin.
Hefteyek berê pirtûk kete destê min.
Pirtûkeke zirav, lê belê bi naveroka xwe va jî giranbiha û watedar…
Min bi kelecan dest bi xwendinê kir û di nav rojekê da qedand.
Gor agahîya ku di pêşgotina pirtûkê da cîh digre, dengê Şêx Elî Riza di sala 1967an da hatîye qeyd kirin.
Di wê demê da Şêx Elî Riza 69 salî ye û li Enqerê, mêvanê Şêx Melîk Firat e.
Qeyda ku bi axaftina Şêx Elî Riza dest pê dike, bi pirsên Melîk Firat û Doxan Kiliç ra kûr û dewlemend dibe û didome.
Mijar kurd û dîroka kurdan e.
Melîk Firat û Doxan Kiliç bi taybetî di derheqê Serhildana Şêx Saîd da pirsan dipirsin, Şêx Elî Riza jî wek şahid û aktorekî wê demê bi bersivên xwe yên zelal, rewşa kurdan ya 100 sal berê û têkçûyînên wê demê dinirxîne.
Di nirxandina xwe da li sedemên ji derveyî kurdan pêk hatine, nagere û wan dernaxe pêş. Berevajî bi mînakên balkêş û bi bûyerên jîyayî, sedemên hemû têkçûyînên ku di dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an da qewimîne, bi hest û helwesta kurdan va girê dide.
Ji wan, du mînak bêtir bala min kişandin.
Yek di derbarê têkilîya Kurd û Îngilîzan da, ya din jî di derbarê têkilîya Kurd û Ûrisan da ye.
Gor gotina Şêx Elî Riza, di destpêka sedsala 20an da Îngilîz û Kurd li bajarê Silêmanîyê civînek li dar dixin. Ji kurdan Şêx Mahmud, Seyyîd Taha, serokê eşîreta Gerdîyan û Xoşnakan, ji Amedê Selîm Axa û Mahmûd Axa, Simko û gelek kesên din beşdarî civînê dibin.
Di civînê da Kurd ji Îngilîzan daxwaz kirine, ku ew li ser soza xwe bisekinin û çek û sîlehan bidine wan…
Îngilîzan bersiva kurdan da ne û gotine; “Em çek û sîlehan bidin we û hûn jî careke din dîsa werin, bi çek û sîlehên me şerê me bikin… Hûn herin bi tirkan ra şer bikin, ku em jî bizanibin hûn ne dostên tirkan in…”
***
Şerê Osmanî û Ûrisan şereke domdar e. Li qada şer kesên ku li dijberî Ûris şer dikin tenê kurd in. Generalekî Ûris rojekê ji mirovên xwe ra gotîye; ”Herin ji kurdan yekî bigrin û bînin, em ji wan bibihîzin ku derd û kulen wan, daw û doza wan çî ye, ji bo çi şerê me dikin?”
Dema ku kurd û general hatine rû hev General ji Kurd ra gotîye; “Ez bi miletê we ra şer nakim. Jixwe ez leşker nebama beşdarî şer jî nedibûm. Ez leşker im û ji bo karê xwe jî mûçe distînim. Loma heta ku leşkerîya min biqede, ez mecbur im beşdarî şer bibim. Lêbelê ez we fam nakim. Me şerê we nekirîye û hûn jî ne leşker in. Hûn xelkê vê herêmê ne û pêwîstîya Tirkan jî, ya Osmanîyan jî ya me jî bi we he ye. Kîjan dewlet ya jî hukumet bi ser bikeve, ji bo we ferq nake. Jixwe ra li cîhê xwe bisekinin û şerê me nekin. Dawxazeke we ya din hebe, bejin ku em alîkarîya we jî bikin…”
Kurd wek bersiva ji general ra gotîye; “Hûn kafir in, em we bikujin terin bihuştê, hûn me bikujin, em şehîd dikevin û dîsa terin bihuştê…”
General matmayî ma ye û bi zimanê xwe gotîye; “Qezenca du alî, gelo kê Kurd wisa xapandine û ev tişt kirine serê wan…”
Bê guman Şêx Elî Riza di derbarê têkîlîyên navxweyî da jî gelek mînakên balkêş dide, ku pirranîya wan jî heta roja îro nehatine bihîstin.
Kurdên ku dixwazin ji dîroka xwe ya rasteqîn hayîdar bibin, divê biranînên Şêx Elî Riza bixwînin, ku ji rastî û kêmasîyên dîroka xwe sûd bigrin.
Min jî bi vê helwestê pirtûk xwend û ji bo para xwe qasî ku ji bîranînên Şêx sûd girt, ewqas jî xemgîn bûm.
Jiber ku Şêx Elî Riza di bîranînên xwe da qala têkçûyînên sed sal berê dike û sedema herî sereke jî hest û helwesta kurdan ya wê deme nîşan dide.
Piştî sed salên dirêj, dinya ji binî va guherî.
Bê guman Kurd jî di şûna xwe da nesekinîn û çê ya jî xirab di gelak xalên jîyanê da rewşa wan jî hate guhartin.
Mixabin tişta ku ji kurdan ra wek mîrateke dîrokî ma ye û nehatîye guhartin, ew jî, hest û helwesta ku ji yekitîyeke neteweyî dûr e, ye.
Loma îro jî hê bindest û jihev dûr in…
19.07.2022