Di dema zarokatîya min da li ba me, li Serhedê digotin Cejna Rojîyê…
Jiber ku 30 roj rojî digirtin, dû ra 3 roj jî cejna wê pîroz dikirin.
Îro ti kes nabeje Meha Rojîyê û Cejna Rojîyê…
Hinek dibêjin Remezan û Cejna Remazanê…
Hinek Remezanê jî jê diavêjin û vê rojê wek Cejna Şekir (Şeker Bayramı) pîroz dikin.
Di wan salan da gund şên, cejn jî bi şahîyeke kurdewarî dihatin pîroz kirin.
Di wan şahîyan da qilf û henek jî kêm nedibûn, bi taybetî jî di derbarê roji û cejna rojîyê da…
Niştecîhên Tatos û gundên girêdayî wê bi piranî Kurdên Şafiî, yên li çend gundên li alî Xinûsê jî Kurdên Elewî bûn…
Tekîlyên wan zêde xurt neba, xirab jî nebû.
Mezinên wê demê digotin, ku di meheke rojîyê da Kurdekî Şafiî û Elewî rastî hêv tên.
Gor lîteratûra olî Kurdê Şafiî bi nîyet, yê Elewî jî bê nîyet bû ye…
Yê Şafiî qilf û henekên xwe bi yê Elewî dike û jê ra dibêje; “Di vê meha pîroz da hûn çima rojîyê nagrin?”
Yê Elewî jî bersiva yê Şafiî didê û dibêje; “Çima em jî rojîyê digrin, lêbelê ne wek we 30 roj, em 3 roj rojîyê digrin…”
Piştî vê bersivê hişê Şafiî hinek tevlihev dibe, lê dîsa jî pêsîra Elewîyê belengaz ber nade û pirsek din lê dike; “Çima ji dehan yek li we dikeve, hûn şûna 30 rojan da tenê 3 rojan rojîyê digrin?”
Elewî; “Heyran rojî ji xwe 3 roj e, hûn li xwe zêde dikin…”
Bi vê bersivê ra Şafiî ji bo ku di bin gotinê da nemine jixwe bawer dipirse; “Tu ji ku dizanî?”
Elewî jî di ber xwe da dikene û dibêje; “Ez ji pîrika xwe dizanim…”
Piştî çend pirs û bersivên bi ken û henek Kurdê Elewî çîroka 3 û 30 yî wiha dixemilîne û vedibêje.
“Dema ku biryara girtina rojîyê tê dayîn, Xwedê bi Cebraîl ra wê biryarê dişîne rû dine. Cebraîl bi rengekî nedîtbar ber bi jêr tê û rastî kîjan miletî were, bi zimanê wan wê biryarê radigihîne, ku divê her qûlê Xwedê di sale da carê 3 rojan rojîyê bigre. Pîrika we ya bi guhên xwe sivik, sî û sê tevlihev dike. Loma ji wê rojê pê va hûn 30 roj em jî 3 roj rojîyê digrin…“
Ji vir pênce sal berê meha rojîyê bi qilf û henekên wisa dixemilî û derbas dibû.
Êdî ew jî neman.
Bi pişaftina ziman ra, ew qilf û henek hatin ji bîr kirin, navên rojên pîroz jî hatin guhartin.
Remezan û Eyd a Erebî…
Rojî û Cejna Kurdî…
Bi çerxa pişaftinê ra jî Kemalîstan navê wê kirin Cejna Şekir (Şeker Bayramii) û danîn ber me.
Taybetmendîyeke kurdan e.
Kurd ji reqs û pîrozbahîyan zêde hez dikin.
Bes ku ji dûr û nêzîk va dengê daholê were, destê kurdan di nav xwîne da be jî, ew destê xwe dadiweşînin, radibin ser pîyan û di cîhê xwe da direqisin…
Herwiha Kurd ji rojên pîroz û pîrozbahîyan jî şûnda namînin.
Bes ku bibihîzin, li nav û wateya wan rojan mêze nakin, hemûyan pîroz dikin.
Îro jî wisa dikin…
Ji danê sibê va, bi telefonên xwe yên zîrek pîrozbahîyan dinivîsînin û ji heval û hogirên xwe ra dişînin…
Hinek li pîrozbahîyên xwe yên ezberkirî, çend gotinên ku bi tîpên Erebî hatine nivîsandin û ew bixwe jî wateya wan nizanin, lê zêde dikin û vê rojê wek “Cejna Remezanê”…
Hinek jî pîrozbahîya xwe bi baqek gul û sosinên rengîn dixemilînin û wek “Cejna Şekir” bi nav û pîroz dikin.
“Remezancî” ji binavkirina “şekircîyan”, “şekircî” jî ji binavkirina “remezancîyan” diqahirin.
Lêbelê gotina ku wan nêzikî hev bike jî he ye, ku ew jî Rojî û jî Cejna Rojîyê…
Mixabin ev gotina bi kurdî ya hevpar, ji alî kurdên bawermend va jî hatîye jibîrkirin…
10.04.2024