Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 830 xal û binkeyên serbazî yên biyanî hene.
Hêzên Rûsya û Amerîkayê li ser rêyên Rojavayê Kurdistanê rastî hev tên hin caran bi hêminî û hin caran jî bi alozî her hêzek rêya xwe digire. Herwiha hêzên Amerîka û Tirkiyê jî li Rojavayê Kurdistanê gerên hevbeş pêk dianîn.
Xak û asmanê Sûriyê bûne meydana hêzên biyanî yên navherêmî û navdewletî.
Di lêkolîneke herî nû da, amarên xal û binkeyên serbazî yên biyanî ku li ser xaka Sûriyê cîh digrin, hatîye belavkirin.
Gor Navenda Cisûr a ku ev lêkolîn çêkirîye, tê diyarkirin, ku li Rojavayê Kurdistanê û li Suriyê 515 xal û 55 binkeyên serbazî yên Îranê, 113 xal û 12 binkeyên serbazî yên Tirkiyê, 85 xal û 20 binkeyên serbazî yên Rûsyayê, 13 xal û 17 binkeyên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî hene.
Rêveberê Navenda navborî Waîl Elwan, di lkêkolkînê da behsa bandora hebûna hêzên biyanî dike û wiha dibêje;
„Hebûna 830 pêgehên serbazî yên biyanî li ser nexşeya Sûriyê tê wateya ku biryara siyasî û meydanî ne di destê rejîma Sûriyê da ne jî di destê hêzên xwecihî yên cuda da ye. Lê biryar di destê van welatan da ye ku bi şêweyekî rasterast bi artêşên xwe li ser erdê hene. Ev jî tê wê wateyê ku rejîm ne xwediyê serwerî û biryarê ye, lê çareseriya siyasî û siberoja Sûriyê girêdayî berjewendiyên van welatan in ku nexşe li gor pêgehên wan ên derekî diyar dike.“
Wek tê zanîn her hêzeke Navdewletî ya navherêmî ku li Sûriyê cih girtine, piştevaniya aliyekî kirîza Sûriyê dike. Tevgera hêzên Sûrî jî, çi yên hikûmet, opozisyon yan jî HSD bin, bi nexşerêya van hêzên biyanî va girêdayî ye.