Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên duh mêvanê Bestoon Talk bû. Husên di bernameyê da bersiva pirsên xwendekarên zanîngehê da. Di bersiva pirsekî da got, ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê “baş” in. Metirsiya sereke ya li ser statuya Herêma Kurdistanê ne ji derve, ji hundir e.
Husên di berdewamîya bernamê da li ser pirsa xwewendakerek ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, ku di Îlona 2017an da ji bo biryara serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin wiha got; “Beriya ku rejîma Baas hilweşe, Parlamentoya Kurdistanê ji bo derbasbûna ji xweseriyê ji bo federalîzmê deng da. Di sala 2003an de partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwedî stratejiyeke federaliyê bûn û gel jî jê razî bû. Jiber ku guhertinên Iraqê hêviyek dida mirovan, ku ber bi demokrasî û sîstema federaliyê ve diçin.
Di encama hewlên siyasî yên hemû aliyan da, destûra Iraqê ji nû va hatibû nivîsandin. Eger destûr bi vî awayî bê cîbicîkirin, di serî de pirsgirêka neteweyî ya Kurd, dê gelek pirsgirêk çareser bibin. Lê pirsgirêk ew e, ku hinek alî li gor destûrê tevnagerin û hinek madeyên destûrê nabin yasayî. Li Iraqê destûr federal e, lê yasa kevn in û yên sîstemeke navendî ne.
Meseleya avakirina dewleta Kurdistanê ne tenê bi Iraqê ve girêdayî ye û referandûmê jî ev yek îspat kir.
Me referandum ji bo ragihandina dewletê nekir. Referandûmek bû, ku bîr û daxwaza gel eşkere kir lê ji aliyê welatên derdorê û cîhanê va rastî bertekan hat. Vê yekê ji me re got ku guhertina nexşeyan li vê herêmê ne hêsan e; ji ber vê yekê divê em li ser statûya herêmê realîst bin.”
Çavkanî: https://www.rudaw.net/kurmanci/onair/tv/episodes/episode/bestoontalk—fuad-husen/13072023085420