Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di twîtekê de ragihand, ku bi fermana serokê wî welatî Joe Biden, hêzên leşkerî yên Amerîka îro çend êrîşên hûr li Dêrezorê encam dane.
D heman twîte da wiha tê gotn; “Armanca êrîşan, berevanîkirina li hêzên Amerîkayê û parastina wan e. Roja 15ê Tebaxê grûpên grêdayî Îranê ji êrîş kiribûn. Me êrîşî wan sazî û jêrxan kirine armanc ku ew grûpên girêdayî Supaya Pasdaran bikar tînin.”
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê tekez dike, ku wan ji bo sînordakirina metirsiyên derketina aloziyan û kêmkirina metirsiya birîndarbûna xelkê rêkarên guncaw û bi mebest wergirtine.
Di daxuyaniyê tê gotin, ku Serok Biden fermana daye ku ev êrîşî bêne kirin, û hêzên wan ji bo şikestina yekcarî ya DAIŞê piştrast bibe dê li Sûriyê bimîne.