Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser hesaba xwe ya Twitterê rexne li hêzên navdewletî girtin ku piştî êrişa li ser Hewlêrê jî hevdîtin û danûstandinên li gel Îranê berdewam dikin.
Netenyahu di daxûyanîya xwe da herwiha biryara dirêjîdana bi danûstandinan li gel Îranê jî wek “beradayî û metirsîdar” binav dike.
Ji bo vê yekê êrişa li ser Hewlêrê bibîr bibîr tîne û dibêje; “Îranê duh mûşek avêtin herêma nêzikî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Iraqê. Amerîka hê li gel aliyên din berdewam e, ku li ser hewlên xwe ji bo îmzekirina rêkeftineke etomî ku dê cebilxaneyeke etomî bide Ayetullahan.”
Netanyahu baldikişîne ser metirsîyên rêkeftina etomî û dibêje; „jibilî rakirina sizayan, di heman demê de dê bi sedan milyar dolaran bidin ji bo ku terora xwe ya her roj li Rojhilata Navîn û cîhanê berdewam bikin. Ev rêkeftin ji ya berê jî xerabtir e, ji ber ku di çarçova vê rêkeftinê de Îran di nava 3 salan de dê bigihije ber keviya `dewleteke etomî`. Dê bibe xwedî uranyuma meyandî ku ew jî têrî çêkirina bombeyên etomî dike.”
Netanyahu nerazîbûna xwe ya li ser danûstandinên li gel Îranê wiha nîşan dide û dibêje; “Tişteke ku nayê qebûlkirin ev e, ku dê ne tenê Îsraîl, Amerîka û hemû cîhanê jî bixe nav metirsiyê. Divê em rê nedin dewleteke wek Îranê êrişker û agresîf bibe xwedî çekên etomî. Gelo me qet ders wernegirtiye?”