Serokê PDKê Mesûd Barzanî bi boneya salvegera kîmyabarana Helebcê, li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kirîye. Barzanî di peyama xwe da dîyar dike, ku li Iraqê hizra şovenîstî serdest e!
Mesûd Barzanî di 33emîn salvegera kîmyabarana Helebcê da rewşa Iraqê jî dinirxîne û wuha dibêje;
“Cihê şermek e mezin e, piştî tewanê kîmyabaran Helebcê û ew jenosîda li dijî xelkê Kurdistanê pêkhatiye. Hêj deng û hizra şovenîstî û dijatiya mafên gelê Kurdistanê tê kirin, li Iraqê serdest e!“
Îro di ser karesata kîmyabarankirina Helebceyê ra 33 derbas dibe, ku ew ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibû encamdan. Di bûyerê da 5 hezar Kurd can dabûn, bi hezaran kes birîndar û koçber bibûn.