
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di serdana xwe ya Beyrutê da pirsên rojnamevanan bersivand. Rojnamevanek ji Macron pirsî, ku Serokkomarê Tirkiyê gotiye tişta Fransa li Lubnanê dike kolonyalîzm e, hun li ser vê çi dibêjin?
Macron ev pirs wiha bersivand û got; “Erdogan bi xwe baş ji wan tiştan fam dike. Tişta ku em li Lubnanê dikin, hevkarî ye. Lê tişta ku ew li Sûriyê dike çî ye? Erdogan li Surîyê şerê Kurdan dike, ku ew jî destêwerdan e.”
Macron axaftina xwe wiha domand; “Ev gelekî asan e, Tirkiyê ji bo ku şerê Kurdan, Sûriye dagîr kir. Bêyî razîbûna xelkê Sûriyê êrîşî bakurê Sûriyê kir, bêyî razîbûna hikûmeta Sûriyê, êrîşî axa Surîyê kir. Lewra rêzdar Erdogan van tiştan baş dizane. Fransa li ser daxwaza xelkê Lubnanê tê Lubnanê û hevkariya xelkê Lubnan dike. Em bi awayekî dostane kar dikin, dema em behsa hevkariyê dikin, ew bi rastî jî hevkarî ye.”