Pizîşk Mahmut Îlhan dîyar dike, ku korona li bajarên Bakurê Kurdistanê belav dibe û amarên rast ên tûşîbûyên koronayê ji alî dwletê va nayên belavkirin.
Prof. Dr. Mahmut Îlhan sedemên belavbûna koonayê, bi nezanîya xelkê û xemsariya berpirsên dewletê va girê dide û wiha dibêje; “bi taybetî hêjmara nexwaşan li bajarên Kurdan bi zanyarî tên veşartin. Niha li Cizîrê 400 nexweşên bi koronayê ketine, hene û nexweş ji min ra tên. Polîtîkaya hikûmetê ya niha ew e, ku ne bixwe rê dide ti kes karekê bike û ne jî ew karekê dikin. Li herêmê bêxwedîtîyek heye.”
Dr. Mahmut Îlhan di derbarê xemsarîya rêvebirên dewletê da jî wiha dibêje; „lawazîya polîtîkayên dewletê xwedî rolekî mezin e. Şaredarê ku ji sedî 70 dengê xelkê bi dest xistibûn, li ser kar bimana û di derbarê nexweşîyê da xelk agahdr dikirin û tesîra wan jî zêdetir dibû. Lê ew jî ji kar hatine dûrxistin û girtin. Kêmbûn û bidawîbûna nexweşîyê ne dîyar e. Jibo vê yekê, divê xelk tevdîra xwe bigre û xwe bibarêze.”