Li navçeyê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, êrişên artêşa Tirkiyê bi piştevaniya çekdarên opozisyona Sûrî berdewam in û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî bi heman awayî bersivan êrişan didin. Tevî êrişên firokeyên şer ên Tirkiyê beşeke xelkê navçeya xwe bicih nehîştine û dibêjin ew dê her bimînin.
Li ser cadeyên Serê Kaniyê ku bi berdewamiya ji aliyê firokeyên şer va têne bombebarankirin, çend kesên bi temen bêyî tirs rûniştine û dibêjin çi dibe bila bibe ew dê terka cihê xwe nekin.
Jineke temen dirêj jî ji peyamnêrê Rûdawê ra dibêje: “Em li mala xwe rûniştine û em natirsin. Xwedê çi nivîsandibe betal nake. Ma kuderê va herin, li ti ciheke xilasbûn nîne, baştir e em li cihê xwe bimînin.