Kurdên Êzdî, îro li Lalişê Cema ya Şêx Adî pîroz kirin. Cema cejneke taybet a Kurdên Êzdî ye.
Cejn her sal di roja 6ê Cotmehê de bi merasîmên olî dest pê dike û 7 rojan berdewam dike.
Îsal jî Cejn bi merasîmên olî dest pê kir, ku yek ji wan merasîman jî siwarkirinaşebakê bû.
Kesayetê Olî Baba Çawîş dîyar dike ku rê û resmên cejnê di her sê rojên dawî da bêhtir bi berê şebakê û vêxistina çirayê va girêdayî ye.
Kurdên Êzdî yên ji deverên cuda hatine Laleşê û beşdarî Cejna Cema bûne. Herwiha deriyê Lalişê di van rojan da ne tenê ji bo Kurdên Ezdî, ji bo hemû ol û neteweyan ra vekirî ye.