Berpirsê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî dı derbarê êrişa Îranê ya li ser baregehên herdu aliyên demokratan da kiribi, daxûyanîyek da.
Hicrî di daxûyanîa xwe de dibêje: “Em weke Kurd li Rojhilat, divê bi xebata xwe bibin hêzeke bibandor, ku rejîma Tehranê nekaribe û newêribe bêtirs jiyan û serweriyê ji me zevt bike.
Em rijd in li ser wê yekê ku dest bixin nav destê hêzên siyasî yên têkoşer, lawên mafxwaz û hemû çîn û tiwêjên Kurdistana me ya xoştevî, yên ku baweriya wan bi rizgariya welat û netewa xwe hene û di ber wê rizgariyê de pêngavan dihavêjin, ku qonaxeke nû ya xebatê li dijî rejîma Tehranê dest pê bikin û heta dema bidestxistina mafên xwe yên zevtkirî de nerawestin. Bêguman serkevtina me ye û rejîm jî ber bi nemanê ve diçe.”