Piştî ragihandina encamên hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê di navbera aliyên Iraqî de li hev şêwirîna li ser pêkanîna hikûmeta nû dest pê kirin. Bi vî armancî şandên PDK û YNKê çûna Bexdayê û bi Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ra civîyan.
Serokomarê Iraqê piştî civînê daxuyaniyek da û got:
„Divê em hewl bidin, ku şandek ji Kurdistanê bikeve guftûgoyan. Bêguman hewldanên niha yên hinek hêzên Kurdî dilê me xweş dike û hêviya min hebû, ku yên din jî di nava vê şandê de bin. Lê diyar e heta niha wan qebûl nekiriye. Divê hewl bidin ew jî beşdarî civînan bibin.“
Di derbarê helwesta partîyên Kurdistanî da jî Mehsum wuha got:
„Hêj zû ye em behsa vê yekê bikin. Bi qasî ku ez fêm dikim hevdîtinên niha zêdetir li ser çareseriya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de ye. Ne ji bo wê yekê ye ka dê kîjan alî çi pile û postê werbigre.“