Ji rêvebirên Rojavayê bangewazîyek bi lezgîn hate kirin.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li ser hesaba xwe ya Twittirê ji bo rewşa Efrînê bangewazî li hemû kurdan kir. Ehmed di bangewazîya xwe da dibêje rewşa Efrîn ketiye qonaxek pir cidî ûrewşa metirsîdar de.
Îlham Ehmed wiha dibêje: “Banga lezgîn ji her kurdekî li derveyî welat. Rewşa Efrîn ketiye qonaxek pir cidî divê her kes li kolanan be. Li dijî dagirkerya dewleta Tirk rabin ser pêyan û rê li biryara qirkirina Kurda bigrin. Kurd, Ereb, biyanî her kes rabin ser piyan sibe dereng e.”
Hevseroka TEV-DEMê Asya Abdulla û Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif ji Efrînê banga lezgîn li Kurdistaniyan û tevahî gelên cîhanê kirin.
Hediye Yûsiv jî li ser rûpela xwe ya Twitterê bang li kurdan dike û dibêje: “Şerê li Efrînê her ku diçe girantir dibe. Ji ber vê divê tevahî gel li li her derên cîhanê derkevin kolanan û li pêşiya saziyên navneteweyî yên ku li ser dewleta Tirk bi biryarin, her wiha li pêşiya sefaretên Tirk û Rûsî çalakiyan li dar bixin.”
Asya Abdulla jî di banga xwe da dibêje: “Divê her kes bi lezgînî û hewarî li hemberî qetlîam û qirkirinê ku jin û zarok jî di nav da ne ku li Efrînê pêk were rabin ser lingan û çalakiyan xurt bikin. Dibe ku li Efrînê qetlîamên pir mezin bên kirin, divê ji bo wê her kesê li cihê ku dijî, rabe û bikeve nava çalakiyan.”