Biryarderê Komîsyona Asayiş û Berevaniyê Ebdulezîz Hesen di derbarê gefên Erdogan yên li ser Iraqê dike, daxûyanîyek da. Ezîz Hesen di daxûyanîya xwe da dibêje, „ji axaftinên Serokomarê Tirkiyê Erdogan bêhna xwînê tê. Armanca Erdogan ne tenê Şingal e, lê belê wî çavê xwe daye tevahiya wîlayeta Mûsilê.”
Hesen daxwaz ji parlamentoya Iraqê dike, ku dê derbarê gefên Erdogan û operasyonên Tirkiyê yên di nav axa Iraqê da dike, gotûbêj were kirin. Ji bo vê yekê jî ew ji parlamentoyê ra pêşnîyar dikin ku, mijara gef û operasyonên serbazî yên Tirkiyê di civîna parlamentoyê ya îroyîn da were gotubêj kirin.