Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Esmanî yên Hevpeymaniya dijî DAIŞê Andrew Croft, roja 28ê Adarê konfranseke çapemeniyê lidarxist. Di konferansê da dîyar kir ku, ew di êrişên esmanî yên li dijî PKKê alîkariya Tirkiyê nakin
Andrew Croft di axaftina xwe da wiha got: “Operasyonên ku Tirkiye li bakurê Iraqê pêk tîne, ew mijara di navbera hikumeta Tirkîyê û Iraqê da ye”.
Di derbarê rewşa navçeya Şengalê û bicihkirina hêzên Iraqê da jî Andrew Croft wiha got: „Em bi awayekê zelal û diyarkirî nizanin, gerîlayên PKKê li kudera Şengalê ne, lê belê welatên Hevpeymaniyê di şerê li dijî DAIŞê da ne û naxwazin êrişî ser PKKê bikin.Bicîhbûna Artêşa Iraqê ya li Şengalê jî biryara hikûmeta Iraqê ye.“
Crfot li ser rewşa Sûriyê, bi taybetî ji bo rojhilatê çemê Firatê jî axivî û got; “Hêzên Artêşa Rûsyayê ji rojavayê Sûriyê ve hatine rojavayê Sûriyê û komî ser hev bûne. Lê emê rê li ber her bûyereke nexwestî bigirin û bi awayekî profesiyonel karê xwe bikin”.