Dewleta Tirk, duh êvarê bin navê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” dest bi êrişên li ser bajarê Efrînê kir.
Di derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê da, fermandariya Gîştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di dxûyanîyê da tê ragihandin ku, ew êrişên li ser Efrînê da qasî dewleta Tirk Rûsyayê jî berpirs dibînin.
Di daxuyaniya YPGê de helwesta Rusyayê û hêzen navdewletî jî tên rexnekerin û di derbarê wan da wuha dibêjin:
“Fêm dibe ku artêşa Tirk ya dagirker dixwaze bi bomberankirina sîvîlan herêmê vala bike û sîvîlan bide revandin. Bi vî awayî çeteyên xwe bajo ser Kantona Efrînê. Em baş dizanin, bêyî destûra hêzên navneteweyî, di serî da jî Rûsya ev êriş nehatiye kirin. Bêyî riza Rusyayê ku ew leşkerên xwe jî di Efrînê da digire, ne mimkun e ev êrîş pêk werin. Ji ber vê sedemê em ji van êrîşan bi qasî dewleta Tirk ya dagirker, dewleta Rûsya yê jî berpirs dibînin û dibêjin ji komkujiya ku pêk were ew jî sûcdar in.”