Nûnerê UNICEFê yê Sûriyê Fran Equiza, di derbarê operasyona Efrînê da daxuyanîyek da û di daxuyanîyê da bal kişand ser kuştina zarokan a li Efrînê.
Equiza di daxuyanîya xwe da dibêje ku, gor agahiyên gehiştine destê wan, bi êrîşa Tirkîyê ya li ser herêma Efrînê heta roja îro, herî kêm 11 zarok hatine kuştin.
Equiza di daxuyanîya xwe da, di derbarê ew kêsên ku xwe ji bombardimanan biparêzin, di herêma Efrînê da cîhê xwe diguherînin, agahîyan dide û dibêje: “Gelo çima cîhan li hemberî kuştina zarokan bêdeng e?”
Gor agahîyên ji alî Komîteya Tendirûstiyê ya Kantona Efrînê hatine dayîn, ji ber bombardimanên dewleta Tirk, heta nuha cenazeyê 32 kesan gehiştine nexweşxaneyan, 8 zarokan canê xwe ji dest dane û 49 kes jî birîndar bûne.