Komeleyên Ehmedê Xanî, bi xebateyek hevkarî jibo sala 2018an 3000 Salname çapkirin.
Salname bi hevkarîyê komelên li Riha, Êlih (Batman), Wan û Îstenbolê hatîye amadekirin.
Salname bi zimanê Kurdî hatîye amadekirin û di her rûpelekî Salnamê da gelek agahîyên di derbarê Wêje ya Kurdî da cîh digrin.
Rêvebirê Komela Ehmedê Xanî yê şaxa Rihayê Mihemed Emîn Demir radigihîne ku, bi çapkirina Salnamê dîyarîyek balkêş pêşkêşî gele Kurd kirine.
Demir di ragihandina xwe da dibêje; “Yekitîya ku di navbera Komeleyên Ehmedê Xanî da pêk hatîye, bila ji alî gele Kurd va jî wek mînak were wergirtin…”
Jibo bidestxistina Salnameyê numareyên telefonan:
0542-476 66 86
0533- 225 08 71
0533-742 32 51