Parlamentoya Ermenîstanê di derbarê Kurdên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê da biryarek girt ku, ew ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine jenosîdkirin.
Cîgirê Serokê Komîsyona Mafên Mirovan Rostem Mehmûdyan, ji bo çapemeniyê civînek lidarxist û di civînêda biryara ku ji alî parlamentoya Ermenîstanê hatîye girtin ragihand:
Parlamentoya Ermenîstanê bi vê biryarê, êrişên DAIŞê yên di sala 2014ê da,li dijberî Kurdên Êzidî li Iraqê hatine kirin, wan wek jenosîd îlan dike û herwiha şermezar jî dike.”
Cîgirê Serokê Komîsyona Mafên MirovanRostem Mehmûdyan, bixwe jî kurdekî Êzidî ye û di derbarê biryarê da wuha dibêje; „Parlamentoya Ermenîstanê di biryara xwe de ji civaka navdewletî dixwaze li ser vê tawanê lêkolînan bike.”
Wek tê zanîn nêzikî 35 hezar Kurdên Êzidî li Ermenîstanê dijîn û yek ji pêkhateya olî ya wî welatî ne.
Çekdarên DAIŞê di 3ê Tabaxa 2014ê da êrîşî Şingal û derdora wê kiribûnn û bi sedan Kurdên Êzidî kuştibûn. Bi deh hezaran Kurdên Êzidî ji welatê xwekoçber bibûn.
DAIŞê ji jin û zarokan bi giştî 6 hezar û 417 kes jî revandibûn, ku heta niha ji wan 3 hezar û 244 kes hatine azadkirin.