Nûnera Krîstiyanan li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Wahîde Yaqo ji Rûdawê re diyar kirîye ku wî li ser rêje û rewşa Krîstiyanên li Iraq û Başûrê Kurdistanê dijîn, raporek amade kiriye û ew dê wê rapora xwe pêşkêşî Serkirdeyê Rûhanî yê Katolîkan Papa bike.
Li gorî rapora Wahîde Yaqo di sala 1981ê de li Iraq û Başûrê Kurdistanê li derdora mliyonek û 500 hezar Krîstiyan hebûne. Ji wan 800 hezar li Iraqê, 700 hezar jî li Herêma Kurdistanê. Lê niha tê gotin li derdorali Iraqê tenê 100 hezar, li Herêma Kurdistanê jî 300 hezar Krîstiyan mane.
Wahîde Yaqo di rapora xwe de destnîşan dike ku di pêvajoya rizgarkirina bajarên Iraqê da 60 dêrên Krîstiyanan hatine rûxandin an jî teqandin. Li bajarê Bexdayê jî ji tirsa deriyê 12 dêran hatine girtin.
Wahîde Yaqo di derbarê rewşa Krîstiyanên li Bexdayê dijîn, wiha dibêje:
“Bexda ji bo Krîstiyanan herêmeke girîng û dîrokî ye. Beriya hatina DAIŞê jî xelkê Krîstiyan di bin gefan da bû. Li ser dêran çend êrişên terorî encamdan û nêzîkî 60 dêr hatin teqandin. Ji ber vê yekê jî beşeke mezin a Krîstiyan ji Bexdayê koçber bûn. Piştî hatina DAIŞê û avakirina Heşda Şeibî rewşa xelkê Krîstiyan ên li Bexdayê bêtir xirab bû. Deriyê 12 dêran hatin girtin. Herwiha ji ber kêmbûna nifûsa Krîstiyanan li Bexdayê têne deriyê yek dêrek tenê vekiriye.”
Li Kurdistan û Iraqê li gorî sistema kotayê li parlamnetoyê kursiyê nûneritiyê ji Krîstiyanan ra têne tarxankirin. Li parlamentoya Iraqê 5 û li parlamentoay Kurdistanê 6 nûnerên Krîstiyanan hene.