Serokê Koma Demokratan Chuck Schumer dîyar kir ku, pêwîst e Amerîka piştgirî li dewleta serbixwe ya Kurdistanê bike.
Senator Chuck Schumer di daxuyaniyeke nivîskî de radigihîne ku, “divê em rêzê li encamên referanduma dîrokî ya 25ê Îlona 2017ê bigirin.”
Cuhck Schumer herwiha bang li cîhanê jî dike û wuha dibêje:
“Divê cîhan îtîraf bi vê dengê dîrokî yê li Kurdistana Iraqê bike û rêzê lê bigire.
Divê cîhan îtîrafê bi dengdana dîrokî ya roja duşemiyê ya li Kurdistana Iraqê bike û rêzê lê bigire, ez jî bi temamî piştgiriya gelê Kurdê Bakurê Iraqê dikim, baweriya min ev e ku divê bi zûtirîn dem (wan) dewleteke serbixwe hebe û pêwîst e helwesta hikûmeta Amerîkayê jî piştgevanîkirin li proseyeke siyasî be, ku bersiva xwasteka kurdan bo dewleteke serbixwe bide.
Di heyama du dehsalên bihorî de, Kurd yek ji bihêzirîn û baştirîn piştevanên me yên hevbeş bûn li ser erdê di şerê li dijî terorîzmê de û me jî gelek caran pişta xwe bi pêşmerge girê daye ku têde tepeserkirina kêmîneyan gelek car yasayî ye û encama wê jî pevçûn e. Ji wê jî zêdetir, divê Amerîka nûneratiya mafê çarenivîsê bo hevbeşên me yên bihêz bike. Kurd yek ji mezintirîn grûpên etnîkî li Rojhilata Navîn in, ku dewleta wan nîne û heyameke zêde ye jî ku bo vê mebestê şer kirine. Zêdebarî wê jî, Kurd berdewam reftareke xirab li gel hatiye kirin û ji wan re tê gotin, heta ku sibe çaverê bikin, her ji ber wê ye jî ku deynek e ku nehatiye dan û divê cîhan bi serokatiya Amerîkayê piştevaniyê li proseyeke siyasî bike bo bersivdana xwasteka Kurdan.”
Seantor Chuck Schumer rexneyên tund li wealtên cîranê Iraqê digire û dibêje, welatên cîranê Iraqê bi serokatiya zordaran li dijî her dewleteke Kurdî ne, ji ber ew dewlet gefê li pêgeh û berjewendiyên wan dike.
Schumer tekez dike, ku divê welatên cîranê Iraqê rêzê li Kurdên Iraqê û mafê wan ê ji bo diyarkirina paşeroja xwe bigirin.