Serok Barzanî di hevpeyvînekê xwe ya di kovara Foreign Policy ya amerîkî da dîyar dike: “Giştpirsiya Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê ye, dê gel biryara xwe ya di vê mijarê de bide.”
Mesûd Barzanî herwiha diyar dike ku wî berî agahî dane Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û behsa giştpirsiyê kiriye û jê ra gotîye: “Giştpirsiya ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê tiştekî asayî ye, mafekî yasayî ye. Lewma me divê piştî encamdana vê proseyê bi awayekî aştiyane, bi rêya diyalogê ligel Bexdayê danûstandinan bikin.”
Di derbarê nêrînên cuda yên liser referandûmê da jî Serok Barzanî bal dikişîne û dibêje: “Mijara giştpirsiyê bi çarenivîsa hemû gelê Herêma Kurdistanê ve pêwendîdar e. Lewma ji partî û nakokiyên siyasî mezintir e. Niha piraniya gelê Kurdistanê piştgiriyê dide giştpirsiyê. Ji ber vê yekê pêwîst e encamên giştpirsiyê werin cîbicîkirin.””
Di derbarê, “Çima niha dema giştpirsiyê ye?” da jî Serok Barzanî bersiv dide ku: “Beriya niha jî çendîn caran me xwest em giştpirsiyê bikin. Lê rewş ne guncayî bû. Lê eger em zêdetir vê mijarê paşve bixin, ev yek di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de nabe. Herwiha dê bandoreke xirap li çarenivîsa gel bike. Lewma niha dem dema herî baş e ji bo giştpirsiyê.”
Barzanî; “Nabe em li hêviyê bimînin ku hemû pirsgirêk çareser bibin. Dema welatên din jî ev gav avêtin pirsgirêkên wan ên navxwe hebûn. Ji ber hindê jî nabe em giştpirsiyê paşvebixin. Ji ber ku mijar ji van pirsgirêkan mezintir e.