Li Tirkiyê piştî ragihandina rewşa awarte yek mijara ku zêdetir tê nîqaşkirin azadiya çapemeniyê ye. Li gor rapora Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, Tirkiye der barê azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di rêza 155an de cîh digire. Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê di roja azadiya çapemeniyê de balê dikêşînin ser şertên giran ên rojnamegeran û dibêjin li Tirkiyê azadiya çapemeniyê tune ye li gor dezgehên nêzî hikûmetê jî medyaya li Tirkiyê li gor gelek welatan azattir e.
Piştî hewldana derbeya leşkerî a 15’ê Tîrmehê li Tirkiyê rewşa awarte hat ragihandin û bi hinceta endamtiya rêxistinên terorî gelek rojnamevan jî hatin girtin. Girtina rojnamevanan, di raporên azadiya çapemeniyê ya li ser Tirkiyê de jî cîh girt. Herî dawî Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas raporek belav kir û dest nîşan kir ku Tirkiye der barê azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di rêza 155an de cîh digire û rewşa rojnamevanên li Tirkiyê jî her ku diçe xerabtir dibe.
Serokê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê Gokhan Durmuş da zanîn ku di dîroka Tirkiyê de salên herî xirab ji bo rojnamevanan ev salên dawî ne. Durmuş ji K24ê re wiha axivî: “Li Tirkiyê rojnamevanên rexnegir, her tim rastî zextên desthilatdarê hatine. Îro ne bi tenê rojnamevan, karê rojnamevaniyê jî di bin metirsiyê de ye. 159 rojnamevan, di girtîgehê de ne. Rojnamevanên girtî, ji ber nivîsên xwe, ji ber axaftinên xwe hatine girtin. Loma li Tirkiyê, azadiya çapemeniyê tune ye.”
Dezgehên rojnamevanî yên li dijî hikûmetê, ji ber girtina rojnamevanan rexne li hikûmetê dikin lê dezgehên nêzî hikûmetê jî dibêjin rojnemavanên hatine girtin ligel rêxistinên derqanûnî têkildar in.
Serokê Komeleya Medyaya Tirkiyê Ekrem Kiziltaş jî wiha got: “Rapora ku der barê azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyê de hatiye belavkirin, ji rastiyê dûr ê û ne objektîf e. Kesên hatine girtin, yan agahiyên girîng û veşartî yên dewletê belav kirine yan jî tehde li hin kesan kirine loma der barê wan de pêvajoyeke hiqûqî hatiye destpêkirin. Li welatên wek Amerîka, Almanya û Fransayê tu kes newêre ku agahiyên veşartî yên dewletê eşkere bike.”
Mijara azadiya çapemeniyê di navbera serkirdeyên siyasî yên Ewropayî û serkirdeyên Tirkiyê de jî bû sedema nîqaşê. Ewropa der barê mijarê de gelek caran hişyariyê dide Tirkiyê lê berpirsên Tirkiyê jî rexne li Ewropayê dike ku daxilî meseleyên li Tirkiyê dibin.