Rêveberiya Amerîkayê di derbarê êrîşên esmanî yên Dewleta Tirk yên ku liser Çiyayê Şingalê û Rojavayê Kurdistanê kiribûn, nîgerniya xwe anî ziman.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner di civîna rojane ya çapemeniyê da di derbarê êrîşa Tirkiyê ya liser Çiyayê Şingalê û Rojavayê Kuridstanê da diyar kir, ku ew wate didin tekoşîna Tirkiyê ya li hember PKKê û got; “Ev êrîş ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve nehatiye erêkirin. Di êrîşê de pêşmergeyên kurd û hin hêzên ku di tekoşîna li dijî DAIŞê de hevkariya me dikin jî bûne armanc û ziyan dîtine.”
Mark Toner diyar kir, ku ew ji van êrîşan nîgeran in û raste rast ji Tirkiyê re nîgerniya xwe anîne ziman.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) jî dabû xuyakirin, ku ev êrîş bi hemahengiya hevpeymaniya navdewletî nehatiye kirin, lewma ew bi guman û nîgeran in.
Firokeyên şer yên Tirkiyê şeva 25ê Nîsanê Çiyayê Şingalê û Dêrika Rojavayê Kuridstanê bombebaran kiribûn.
Di bombebarana Çiyayê Şingalê de 6 pêşmerge şehîd bibûn û 7 pêşmerge jî birîndar bibûn.
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl jî ragihand ku di êrîşa Qereçûxa Dêrîkê de 20 şervanan jiyana xwe jidest daye û 18 jî birîndar bûne.